"Tirkiye dixwaze pêşiya avabûnek kurd bigre"
Rojnamevan Husnu Mahalî, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji ber ku endamê NATO'yê û muttefikê DYA'yê ye xwe bi aweyek derûnî neçar ditîye ku biçe serdana Suriyeyê. Mahalî eleqeya Tirkiyeyê ya li hemberê Tirkiyeyê jî bi gotinên wekî, "Tirkiye dixwaze li Suriyeyê pêşiya pêvçûnek di navbera elewî û suniyan de û avabûnek kurdewar bigre" anî ziman.
Geşedanên ku li Rojhilata Navîn dibîn sedema guherînên civakî didomîn û Tirkiye jî van yekan ji nêz ve di şopîne. Lê ji welatên din cudatir Tirkiye li hemberê geşedanên li Suriyeyê eleqeyek nêzik dide nîşan û herî dawî bi aweyek agresîf û tehdîtkar bû mudaxîlên geşedanên li Suriyeyê. Sedema vê yekê gotinên Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan ku gotibû, "êdî sebra me têk çû", serdana Wezîrê Karê Derve yê Ahmet Davutoğlu û hevdîtina wî ya bi Serokdewletê Suriyeyê Beşar Esad re ji gelek aliyan ve tê niqaşkirin. Rojnamevan Husnu Mahalî, geşedanên li Suriyeyê û eleqeya Tirkiyeyê ya li hemberê van geşedanan nirxand. Mahalî, mudaxîlbûna Tirkiyeyê bi gotinên wekî, "Tirkiye wekî welatek cînar bû mudaxîlê van geşedanan. Ji ber ku endamê NATO'yê ye û mutefîkê DYA'yê bû ye mudaxîl û bû aliyên van buyeran. Disa aliyê vê yê berjewendiyên aborî, siyasî heye lê zedetîr jî aliyê wî yê pirsgirêka kurd heye û Tirkiye ji ber pêvçûna di navbera elewî û suniyan de bi fikar e."
'Ji ber ku mutefikê DYA'yê ye mudaxeleyê Suriyeyê dike'
Mahalî da zanîn ku di serdana Dawutoglu ya Şamê de herdu alî gihîştine li hevkirinek û wiha domand: "Tê dîtin ku di hevdîtina ku 6 saet nîvan domiya de li hevkirinek pêk hatiye. Balyozgerê Tirkiyeyê çû Hamayê dê biçe Deyzorê... Wisa xuya dibe ku dê Tirkiye di navbera muhalefetê û rêveberiya Suriyeyê de diyalogek bide destpêkirin." Mahalî, rexneyên wekî, "Tirkiye wekî berdevkê DYA'yê çû Suriyeyê" jî bersivand û wiha got: "Tirkiye ji ber ku endamê NATO'yê ye û mutefikê DYA'yê ye bi aweyek derûnî xwe neçar dît ku mudaxeleyê Suriyeyê bike. Li vir listekek heye Tirkiye dixwaze pêşiya vê lîstikê bigre. Piştî ihtimala mudaxeleyek dê pêşî li geşedanên nû vebe îhtimala avabûnek kurd, em çi jê re bêjin federasyon, xweserî û filan heye. Ev yek jî Tirkiyeyê dike nav fikaran." Mahalî, rexneyên muxelefetê yê di vê warê de jî "fêmbar" qebûlkir û wiha got: "Muxalefeta Tirkiyeyê suçdar nake rexne dike ev yek jê tê fêmkirin."
'Tirkiye li ser navê xwe çû lê DYA'yê jî agahdarkir'
Mahalî gotinên li gel hevdîtinên bi DYA'yê re angaştên Tirkiyeyê ên wekî, "Em li ser navê xwe çûn taşeronê kesî nîn in" jî wiha nirxand: "Êdî cihan wiha ye. Hûn dema biçin cîhek divê hûn bêjin em diçin hûn çi dibêjin? Ne mimkune ku hûn êdî bi tena serê xwe tevbigerin." Mahalî angaşt ku di serdana Davutoglu ya Şamê de li ser detayan hatiye sekinîn û wiha domand: "Ger ku provokasyonek mezin dernekeve, mudaxeleyek navneteweyî neyê li darxistin ev ziyaret di warê çareseriyê de dê encamên girîng bide."
'Îhtîmala avabûnek kurdevar Tirkiyeyê dixe nava fikaran'
Mahalî sedemên eleqeya Tirkiyeyê ya li hemberê Suriyeyê ku ji ber pirsgirêka kurd di qewime jî wiha anî ziman: "Di navbera elewî û suniyan de pevçûnek derkeve û bibe şerekî navxweyî dê kurd ji vê yekê sudê vegrin û îhtîmalek heye ku li Suriyeyê avabûnek pêk bînin. Avabûnek bi vî awayê ji bo Tirkiyeyê sedema fikaran e. Ji ber ku avabûnek kurdewar ya li Suriyeyê dê bandorê li ser parçeyên din jî bike. Ji ber ku ev herêma cînarê kurdên Tirkiyeyê, Îran û Iraqê ye. Hebûna PKK'ê ya li vir jî Tirkiyeyê dike nav fikaran. Lewma Tirkiye naxwaze tabloyek bi vê rengê bibîne."
'Muxalefeta Tirkiyeyê yek par nîne'
Mahalî da zanîn ku muxelefeta Suriyeyê pir parçeye ye û wiha got: "Ji bo ku ew li hemberê Esad serkeftî bibin divê di navbera xwe de yekîtiyek ava bikin. Hûn dizanin ku ew li Antalya, Stenbolê hatin cemhev. Lê bi hev nekirin. Mesela Kurdan xwest ku di makezagonê de statuyek bi dest bixin lê ev yek nehate qebûlkirin. Kurdan van civînan terîkand. Ger ku kurd û muxelafeta din wekî blokek derkevin pêşberê Esad dê serkeftî bibin."
(kk/mae)