1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tirkiye El Qaîdeyê dişîne Sûriyeyê
Tirkiye El Qaîdeyê dişîne Sûriyeyê,tirkiye,el,qaîdeyê,dişîne,sûriyeyê

Tirkiye El Qaîdeyê dişîne Sûriyeyê

A+ A-

ANF08:15 / 19 Tebax 2012 Enqere - Herî dawî di pevçûnên li Sûriyeyê de milîtanê Tirk ê El Qaîdeyê Bakî Yîgît yê di sala 2010 de piştî êrîşên li Stenbolê serbest hat berdan, jî hate kuştin.

Li gorî îdîayên rejîma Sûriyeyê, Yîgît, li Helebê, di enama şerê di navbera artêşa Sûriyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad de hate kuştin. Endamê El Qaîdeyê Yîgît, di sala 2003 de bi îdîaya êrîşa du êrîşên li Stenbolê organize kiriye hatibû girtin û cezayê hetahetayê lê hatibû birîn. Di îfadeya xwe ya da polîsan de dabû diyarkirin ku wî bi rêberê berê yê El Qaîde Usama Bîn Laden re taştê jî xwariye.

Yîgît ku yek ji endamên pêkhateya El Qaîde ya li Tirkiyeyê bû, weke yek ji endamên “Şûraya Rêxistinê” dihat dîtin.

Kanala televîzyona dewletê ya Sûriyeyê ragihand ku tevî birayê Mehmet Ekîncî, Azad Ekîncî û Yîgît jî yek ji endamên El Qaîde yên Tirk bûn.

Kuştina Yîgît dengek mezin veda. Di sala 2008 de cezayê hetaheta yê girankirî lê hatibû birîn. Lê Dadgeha Bilind a Tirk ev ceza betal kiribû. Yîgît di sala 2010 de serbest hatibû berdan.

ANF NEWS AGENCY