'Tirkiye hat dawiya rê, li ku zirav bû bila biqete'
Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, der barê îdîanameya ku li salona vala tê xwendin de daxuyanî da û wiha got: "Tirkiye êdî hat dawiya rê. An em dê azad bi hevre bijîn an li ku zirav bû bila li wir biqete. Gelê kurd ji bo jiyana bi hevre têkoşînek mezin da. Bila Komara Tirkiyeyê biryarê bide dê 20 mîlyon kurdan çi bike?"
2'emîn rûnişdina doza 124 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd ku li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya Sîlîvriyê tê dîtin bê parêzer û siyazetmedaran didome. Ji ber ku parêzer û siyasetmedaran heyet şermezar kir, salon terk kirin. Piştî parêzer û siyasetmedaran salon terk kirin, heyeta dadgehê îdîanameyê li salona vala dixwîne. Heyeta BDP'ê ku li pêş dadgehê rawestiya ye jî helwesta heyeta dadgehê şermezar kir û daxuyanî da çapemeniyê. Koma BDP'ê di çalakiyê de sloganên "Zext me bêzar nakin", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. Hevseroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak, bal kişand ser çalakiya gireva birçîbûnê û diyar kir ku çalakiya wan nayê dîtin. Kolçak, anî ziman ku der barê rewşa girtiyên ku ketine çalakiyê bi fikarin û wiha got: "Berpirsiyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê ye."
'Li vir komkujî heye'
Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, jî der barê helwesta dadgehê de axivî û wiha got: "Tirkiye êdî hat dawiya rê. An em dê azad bi hevre bijîn an li ku zirav bû bila li wir biqete. Gelê kurd ji bo jiyana bi hevre têkoşînek mezin da. Bila Komara Tirkiyeyê biryarê bide dê 20 mîlyon kurdan çi bike? Ji avakirina komarê heta niha polîtikayên înkar û îmhayê didomin. Di bin navê darizandinên KCK'ê de peyama 'Hûn di destê me de dîl in' didin me. Parêzer, malbat û girtî li hemberî vê yekê têdikoşin. Girtî li zinanan dikevin girevê. Li şûna ku AKP daxwazên wan bi cih bîne dibêje çima hûn dikevin girevê. "
Heyeta dadgehê îdîanameyê li salona vala dixwîne.
(mae)