'Tirkiye ji bo rizgarkirina DAIŞ'iyan li Başîka ye'
Parlamentera Iraqê ya ji Koma Dewleta Yasa, Ferdûs Ewadî hebûna hêzên Tirkiyeyê ya li Başûr nirxand
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Parlamentera Iraqê Ferdus Ewadî têkîldarî hêza leşkerî ya Tirkiyeyê diyar kir ku sedema bicihbûna atêşa Tirkiyeyê li Başîka rizgarkirina zêdetirî 2 hezar hezar endamên DAIŞ’ê ne ku niha li Mûsilê dimînin û di nava wan de efserên tirk jî hene.
Parlamentera Iraqê yaji Koma Dewleta Yasa, Ferdûs Ewadî têkîldarî hêzên Tirkiyeyê ya li Başûr nirxandin kir. Ferdus Ewadî wiha got: "Li gor agahiyên ku ji xelkê nava bajarê Mûsilê gihiştiye me; Zêdetirî du hezar çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê bi yekîneyên taybet ên artêşa tirk û îstixbareta wan re li Başîka di nava peywendiyên raste rast de ne. Ew ji bo ku ji Mûsilê derkevin û pêşî li eşkerebûna Tirkiyê ku di dema ketina Mûsilê de ew perwerde kirine, bigre, bi artêşa tirk re di nava diyalogê de ne."
Ferdûs Ewadî destnîşan kir ku li gor agahiyên heyî, hêjmarek efserên tirk di nava DAIŞ’ê de li Mûsilê ne. Wan bi salan beriya ku DAIŞ êrîşî Mûsilê bike, ew terorîst perwerde kirine. Ewadî wiha berdewam kir: “Operasyona xwebicihkirina endamên tirk û biyaniyan di nava DAIŞ’ê de bi kordîneya tam a di navebera Tirkiye, Erebistan, Qeter û hinek welatên Korfêzê pêk tê.”
Parlamentera Iraqê her wiha behsa peywendiyên Tirkiye, Erebistan û Qeterê li dijî Iraqê kir û wiha got: “Ev welat dizanin ku li Iraqê dawiya DAIŞ’ê hatiye. Ji bo wê jî neçar in bi her awayî di nava Mûsilê de piştgirî bidin wan.”
(sa)