1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tirkiye kesên bi navê DAIŞ’ê digire serbest berdide
Tirkiye kesên bi navê DAIŞ’ê digire serbest berdide,tirkiye,kesên,bi,navê,daiş,ê,digire,serbest,berdide

Tirkiye kesên bi navê DAIŞ’ê digire serbest berdide

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

Kesên li taxa Hacibayram a Enqereyê di çarçoveya operasyonên li hemberî DAIŞ’ê de hatibûn girtin, berî ji bo dadgehê bên veguhestin, tên berdan.

Bi derketina DAIŞ’ê re Tirkiye hem di warê lojîstîkî, hem di warê alîkariya madî û di her warî de sînorê xwe ji DAIŞ’ê re vekir. Ev bi belge û dîmenane di çapemeniyê de jî hatin belav kirin.

Li gor çapemeniya Tirkiyê, tîmên ewlekariyê yên polîsên Enqereyê pêr (27.07.2015) li taxa Hacibayram a Enqereyê li dijî DAIŞ’ê dest bi operasyonekê kirin. Nêzî 15 kes hatin binçav kirin. Tê gotin ji ber kirêya xaniyan li vê taxê erzan bû, gelek kesên ku peywendiya wan bi DAIŞ’ê re hene li wir ji xwe re xanî kirî kirine. Di encama operasyonê de gelek kes hatin binçav kirin. Kesên hatine binçav kirin bi îdiaya ti belge û delîlek li ser wan nîne, serbest hatin berdan. Ji wê hêjmarê 11 kesên biyanî bûn.

Serokwezîrtiya Tirkiyê duh bi daxuyaniyekê ragihand di çarçoveya operasyonên li hemberî PKK, DHKP-C û DAIŞ’ê de li 34 bajaran hezar û 50 kes hatine girtin.

Tenê li bajarê Amedê li gor daxuyaniya walîtiyê 129 kes bi îdaiya endamtiya PKK’ê hatine girtin.

Ajansa Nûçeyan a Dogan (DHA) jî di nûçeyeke xwe de ragihand ku tenê 22 kes bi îdiaya endamtiya DAIŞ’ê hatine girtin.

Li aliyê din bi destpêkirina êrişên hewayî yên Tirkiyê li hemberî Herêmên Parastina Medya re li Tirkiye êrişên li dijî welatiyên kurd jî zêde bûn.

Şeva borî nêzî 50 karkerên kurd li bajarê Erzirûmê rastî êrişên nijadperestên Tirkiyê hat.

(rn)