1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Tirkiye piştgiriya DAIŞ’ê dike’
‘Tirkiye piştgiriya DAIŞ’ê dike’,tirkiye,piştgiriya,daiş,ê,dike

‘Tirkiye piştgiriya DAIŞ’ê dike’

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Partiyên dibin sîwana TEV-DEM’ê de bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û diyar kirin ku di serî de Tirkiyê û hin hêzên din li dijî Rojava piştgiriya komên çete dikin.

Partiyên PYD, Partiya Aşît û Demokrasiya kurd li Sûriyê, Partiya Lîbralî ya Kurdistanê, Partiya Kumînist a Kurdistanê, El-Partî ya Kurdistanê- Sûriyê, Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê yên ku di bin sîwana TEV-DEM’ê de kar û xebatên xwe dimeşînin bi boneya 3’yemîn salvegera a şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya hevbeş a partiyên siyasî wihaye: “Piştî sê sal di ser şoreşa 19’ê Tîrmehê ku ji Kobanê qehreman derbas bû, hêzên YPG’ê di vê demê de karîbû bajar û navçeyên Rojava rizgar bikin. Tu hêzan nikarîbûn li pêşiya îradeya salên derbasbûyî bisekine. Gelek rêxistinan û di serî de DAIŞ’ê ya terorîst û yên wekî wê xwestin herêmên Rojava bixin çemberê. Her wiha êrîşên xwe bê navber li ser herêmê domandin, lê her dem derbên giran xwarin û bi destê YPG’ê windahiyên mezin didan.

Komên terorîst nikarîbûn vîna gelê Rojava ya berxwêder bişkînin û di encama derbeyên giran û ziyana mezin ku dîtin, dest bi şêwazîn tirsonek kirin. Çeteyan dest bi êrîşên bi tirimpêlên bombebarkirî û rêbazên din ên qirêj kirin. Tirimpêl di nava sivîlan de teqandin. Her wiha sivîl hedef girtin û gelek sivîl revandin û kuştin. Her wiha êrîşî saziyên sivîl jî kirin.

Ev êrîşên dijminane yên çeteyên girêdana wan bi hêzên derve re hene, ne bi xwesteka wan koman pêk hatiye. Lê belê êrîşên wan di çarçoveya komployên herêmî ku di serî de Dewleta Tirkiyê serkêşiya wê dike. Tirkiyê ku piştgiriya terorê di Sûriyê û tevahiya herêmê û Rojava dike bi awayekî eşkere û vekirî vê yekê dike. Tirkiyê diyar dike ku ew piştgiriya gelê Sûriyê dike, lê di rastiyê de piştgiriya çeteyên ku gelê Sûriyê dikuje dike û li kêleka Rêjîma Baas disekine. Armanca wan ji vê yekê jî ew ku destkeftiyên Rojava û ezmûna demokratîk ku Rêveberiya Xwerseriya Demorkatîk nûnertiya wê dike têk bibe. Di heman demê de li dijî serkefiyên xweseriyê ku isbatkiriye projeya herî baş ya çareserkirina hemû aloziyên Sûriyê yên hundir û di asta navnetewwî de disekinin. Di xwazin Rêveberiya ku encama Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû têk bibin.

Em wekî partiyên di bin sîwana TEV-DEM’ê de û di salvegera 3’yemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de em bi rêzgirtin bejna xwe li ber berxwedana rumetê ya hemû şehîdan disekinin. Em soz didin ku em ê li ser riya şehîdên xwe bimeşin. Em bang li gelê xwe û hemû tevgera siyasî ya Rojava dikin ku hêzên xwe bikin yek û planên li dijî Rojava têne lidarxisitn derkevin.

Di heman demê de em bang li birayên xwe yên hemû parçeyên Kurdistanê dikin ku piştgiriya Rojava bikin û li gorî derfetên xwe.

Di dawiyê de em salvegera sêyemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû gelê xwe pîroz dikin û em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin.

(dc/ra)

ANHA