1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tirkiye: Pêwîst bike em ê di bejahî de bikevin Sûriyê
Tirkiye: Pêwîst bike em ê di bejahî de bikevin Sûriyê,tirkiye,pêwîst,bike,em,ê,di,bejahî,de,bikevin,sûriyê

Tirkiye: Pêwîst bike em ê di bejahî de bikevin Sûriyê

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ANHA – Wezirê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu ragihand ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê wê balefirên Suudiya Erebistanê werin balefiregeha Incirlik’ê û diyarkir pêwîst bike em ê di bejahî de bikevin Sûriyê.

Wezirê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu piştî vegera ji konferansa Munih ya Elmanya ji çapemeniya Tirkiyê re axivî û ragihand ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê wê balefirên Suudiya Erebistanê werin balefirgeha Incirlikê.

Çavuşoglu destnîşan kir ku ger têkoşînek berfireh dijî DAIŞ’ê were girtin, em û Suudî di bejahiyê de bikevin Sûriyê.

Çavuşoglu di derbarê hatina balefirên Suudiyê ev agahî parvekirin: “ Li esmanan balefirên keşfê ceribandin. Wê balefirên Suudiyê werin Incirlikê, jimara balefiran hîna ne zelale.”

TIRKIYE-PEWIST-BIKE-EM-BIKEVIN-SURIYE

Çavuşoglu axavtinên xwe wiha domand: “Me bi Suudî re koalisyona Îslamîk a dijî DAIŞ’ê avakir. Pêwîste destwerdanek bejahî jî dijî DAIŞ’ê çêbibe.”

Fermandarê Şoreşger a Muhafizkarên Îranê Muhameded El-Caferî ji bo hatina Erebîstana Suudî ya Sûriyê gotibû: “Eger leşkerên xwe di bejahî de binin, em yek leşkerî jî sax nahêlin.”

Her wiha Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Welîd El-Muallim da diyarkirin ku bê destûra wan yên destwerdana bejahî di Sûriyeyê de bikin wê dijminê xwe bihesibînin û wiha gotibû “Kî têkeve xaka me wê destvala bizîvirê welatê xwe.”

(ra)