"Tirkiye veguheriye goristana jinan"
Meclisên Jinan: Tirkiye veguheriye goristana jinan
STENBOL 08.11.2013 08:44:51 Meclisên Jinan yên BDP’î, da zanîn ku li Tirkiyeyê hejmara jinên hatine qetilkirin her du diçe zêde dibe û got: “Tirkiye êdî bûye goristanan jinan. Normal dîtina vê rewşê sedema zêdebûna kuştina jinane.
Li Stenbolê Omer Kaya, hevsera xwe Gullucan Ozbîr û keça xwe Rojda Kaya (18) û Dîlan Kaya ya 20 salî kuşt. Li ser vê Meclisên Jinan yên BDP’ê da zanîn ku bihêle kuştinên jinan rawestin, roj bi roj zêdetir dibe.
Jinan wiha got: “ Li vî welatî her roj nêzî 5 jinan tê kuştin, zarokên keç û kur rastî îstîsmara zayendî tên. Hemû kujer jî bê ceza dimînin û li kolanan digerin. Li du derên cîhanên kuştin, taciz û tecawiza jinan normal nehatiye dîtin. Normal dîtina vê rewşê, sedema zêdebûna qetilkirina jinane.
Hejmara jinên tên qetilkirin roj bi roj zêde dibe. Tirkiye êdî veguheriya goristanan jinan. Goristan tije jin bûne. Li vî welatî ev şerm roj bi roj zêde dibe. Mînaka dawî li Stenbolê hat jiyîn. Kesê bi navê Omer Kaya hevsera xwe û du keçên xwe qetil kir. Kujer Omer Kaya hêj nehatiye girtin.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “
Tehemula me jinan êdî nemaye. Divê ev zîhniyet êdî biguhere. Dewlet û civaka ku mafê jiyana jinê naparêze hevkarê kuştinê ye. Divê dawî li vê hevkariyê bê dayîn.em vê wehşetê qebûl nakin. Em şopdarên doza hemû jinane.”