1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Tirkiye çeteyan dişîne Sûrîyê'
'Tirkiye çeteyan dişîne Sûrîyê',tirkiye,çeteyan,dişîne,sûrîyê

'Tirkiye çeteyan dişîne Sûrîyê'

'Tirkiye endamên çekdar ên çeteyan dişîne Sûrîyê'

A+ A-

Lijneya Koordinasyona Neteweyî ya Sûriyeyê ku li ser bingehek mezin hatiye avakirin, diyar kir ku endamên Kêmên Çete li ser axa Tirkiyeyê tên perwerdekirin û wan derbasî Sûriyeyê dikin. Lijneyê diyar kir ku komên ku ji derve tên Sûriyeyê xwedî ajandayên Tirkiye û biyanî ne û wiha got: "Tirkiye peymana binpê dike û destûrê dide ku ev komên çeteyan derbasi Sûriyê bibin. Ev helwesta Tirkiyeyê ne ji bo xêra Sûriyê û gelê Sûriyeyê ye."

Lijneya Koordinasyona Neteweyî ya Sûriyeyê ku li ser bingehek mezin hatiye avakirin, der barê komên çeteyan û helwesta Tirkiyeyê de bertekên xwe anîn ziman. Lijneyê diyar kir ku komên çeteyan di ser Tirkiyeyê re bi destûra Tirkiyeyê derbasî Sûriyê dibin. Li gorî nuçeya di malpera Ajansa Nûçeyan a Rojhilata Nêzîk Lijneya Koordinasyona Neteweyî roja borî daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku endamên çeteyan ên çekdar li Tirkiyeyê tên perwerekirin û wan dişînin Sûriyeyê. Lijneyê xwest ku hêzên navneteweyî ji ber vê helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyê bertekên xwe bînin ziman. Lijneyê anî ziman ku kesên derbasî Sûriyeyê dibin xwedî ajandayên Tirkiye û biyanî ne û gotin Tirkiye destûrê didin çeteyan ku derbasî Sûriyê bibin. Lijneyê anî ziman ku ev helwesta Tirkiyeyê ne ji bo fêdeya gelê Sûriyê û şoreşa azadiya rûmet û gelê Sûriyeyê ye.

Lijneyê da zanîn uk rêxistinên çekdar ên wekî Ahraru'ş-Şam, Ahrar el Umme Ahfad-i Resul li Serêkaniyê êrşî gelê Serêkaniyê û saziyên Rejîma Sûrî dikin û malê gel wêran dikin. Lijneyê xwest her kes vê yekê bibîne û zextan li ser Tirkiyeyê zêde bikin.

(mae)