"Tirkiyeyê hewl dide demografiya herêmê biguherîne"
Fermandarê Artêşa Şoreşgeran: Tirkiyeyê hewl dide demografiya herêmê biguherîne
SILÊMAN EHMED-AZÎZ KOYLUOGLU
EFRÎN – Fermandarê Artêşa Şoreşgeran Ebû Hesen diyar kir ku dewleta Tirk bi hincetên “şerê li dijî terorê” û “Avakirina herêmeke tampon” hewl dide ku demografyaya herêma Babê biguherîne. Hesen got ku Tirkiye dixwaze bi destên komên wekî Sultan Murad, DAIŞ û Cebhet El-Nusra jî komên girêdayî Artêşa Azad tune bike.
Fermandarê Artêşa Şoreşgeran Ebû Hesen, derbarê geşedanên dawî yên li herêma Babê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, hewldanên Tirkiyeyê yên li herêmê û hin komên nêzî Tirkiyeyê de ji ANHA’yê re axivî.
Ebû Hesen di destpêka axaftina xwe de got ku herêma Babê herêmeke kurdî ye, lê desthilatdarên ku di ser herêmê re derbas bûne siyasetên guhertina demografîk dane meşandin. Ebû Hesen diyar kir ku bi taybetî di serdema rêjîma Baasê de, di çarçoveya pêkanîna plana “kembera ereban” de gelek malbatên Ereb û Turkmen anîne herêmê û wiha dom kir: “Ev malbat li şûna malbatên Kurd hatin bicihkirin. Lê tevî hemû hewldanên asîmîlasyonê yên rêjîma Baasê jî welatiyên herêmê heta niha çanda xwe parastine û bi zimanê kurdî diaxivin, her wiha bi biratî li rex pêkhateyên din jiyan dikin. Ji sedî 70 ji welatiyên bajarokên El-Rahî û Qibêsîn û derdora wan ji pêkhateya Kurd in. Lê ji ber siyasetên pişaftinê yên rêjîma Baasê piraniya wan bi zimanê erebî û tirkî diaxivin. Tevî vê yekê jî welatiyên herêmê nasnameya xwe ya kurdî winda nekirine û li kurdîtiya xwe xwedî derdikevin.”
‘Çeteyên DAIŞ’ê û Tirkiyeyê li hev kirine’
Ebû Hesen anî ziman ku îstixbarata Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞ’ê ji bo guhertina demografiya herêmê li hev kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku pilanên xwe li herêmê bimeşînin, tevî ku tu erdên Turkmenan li vir tune ne jî, herêm wekî herêmeke Turkmenan bi nav kirin. Li vê herêmê pêkhateyên Turkmen û Ereb li rex pêkhateya Kurd jiyan dikin. Dewleta Tirk bi hevkariya çeteyên DAIŞ’ê welatiyên resen ên herêmê koçber dike û li şûna wan alîgirên xwe bi cih dikin.”
‘Siyaseta Tirkiyeyê eşkere bû’
Ebû Hesen destnîşan kir ku ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve dewleta Tirk siyasetên qirêj li herêmê dide meşandin û got: “Tirkiyeyê ji bo serweriya xwe li herêmê zêde bike, bi riya alîgirên xwe erdên welatiyan bi darê zorê û bi gefa kuştinê bi kirê dibirin. Siyasetên Tirkiyeyê di vê dema dawî de zêde eşkere bû. Herî dawiyê hikûmeta Tirkiyeyê bi hevkariya çeteyên DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra û tabûra Sultan Murad bi zora çekan hewl dida ku herêmê dagir bike. Ev yek piştî ku çeteyên DAIŞ’ê gelek deverên ku dagirkiribûn radestî hin tabûrên girêdayî istixbarata Tirkiyeyê kirin, zêde eşkere bû.
‘Çeteyan 67 welatiyên kurd revandin’
Hesen destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê herî dawî 67 welatiyên Kurd ji gundên Şêx Cerah, Şedûdê û bajaroka Qibêsînê yên herêmê revandine û got: “Heta niha çarenûsa wan nehatiye zanîn. Ev yek jî nîşana hevkariya çeteyên DAIŞ’ê û hikûmeta Tirkiyeyê ye. Siyasetên xwe yên guhertina demografiya herêmê bi destên çeteyan li herêmê dimeşîne.”
‘Bêtirî 130 gundên kurdan li herêma Babê hene’
Hesen anî ziman ku ji devera ku ji Ezazê heta Babê dom dike û li rojhilatê bajarê Helebê ye re tê gotin herêma Babê û wiha dom kir: “Di vê herêmê de herî kêm 130 gundên kurdan hene. Her wiha li bajarokên wekî Til Eran, Til Hasil û Qibêsîn û gundên wan, 100 hezar welatiyên Kurd jiyan dikin.”
‘15 gundên Tirkmenan hene’
Hesen da zanîn ku li heman herêmê 15 gundên Turkmenan hene û got : “Hemû li nêzî sînorê Tirkiyeyê ne. Hêzên ku dijminahiya gelê Kurd dikin û di serî de dewleta Tirk îdîa dikin ku Kurd li vê herêmê tune ne. dewleta Tirk jî di vê dema dawî de nexşeyeke bi navê herêma tampon derxist û têde îdîa dike ku tenê pêkhateya Turkmen lê jiyan dikin. Lê Tirkmen jî bi gelê kurd û ereb re bi hev re jiyan dikin.”
‘Dixwazin taburên Artêş Azad tune bikin’
Ebû hesen bal kişand ku di dema dawî de hikûmeta Tirkiyeyê bi hinceta ku dê şerê çeteyên DAIŞ’ê bike hewl dide raya giştî bixapîne û ev tişt anîn ziman: “Êrîşên xwe li dijî hin malên vala pêk anîn. Li aliyê din çeteyên Cebhet El-Nusra ji hin deverên herêma Ezazê vekişiyan û çeteyên DAIŞ’ê jî li herêmê pêşve hatin. Her wiha tabûra Sultan Murad serweriya xwe li herêmê zêde kir û tabûra Mihemed El-Fatih jî ji parêzgeha Idlibê ber bi herêma Ezazê ve çû û xwe wekî Artêşa Turkmenan bi nav kirin. Lê di rastiyê de di nava van tabûran de tenê ji sedî 10 ji pêkhateya Turkmen in û bi vê yekê hewl didin tabûrên nerm ên girêdayî Artêşa Azad tune bikin.”
‘Gelê herêmê û hêzên parastinê bi van siyasetan naxapin’
Hesen, got ew nayên van lîstikan û wiha dom kir: “Tevgera çeteyên Cebhet El-Nusra, çeteyên DAIŞ’ê, tabûra Sultan Murad û tabûra Mihemed El-Fatih lîstokeke îstixbarata Tirkiyeyê ye û armanca vê yekê tenê ew e ku nehêlin kantonên Kobanê û Efrînê bigihîjin hev û ambargoya li ser herdu kantonan zêde bikin.
Lê welatiyên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe û tabûrên nerm ên Artêşa Azad diyar dikin ku ew ti carî bi van siyasetên Tirkiyeyê nayên xapandin û ti carî dagirkeriya çeteyan û Tirkiyeyê qebûl nakin.”2015-8-20-fermandare-artesa-sores-ger (3)
‘Artêşa Şoreşgeran dixwaze hêzekê ji welatiyên herêmê ava bike’
Ebû Hesen di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Artêşa Şoreşgeran artêşeke şoreşgerî ye û got: “Ji bo berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê û rêjîma Baasê hatiye avakirin. Di nava Artêşa Şoreşgeran de hemû pêkhateyên herêmê cih digirin û li gelek herêmên Sûriyeyê yên wekî Hema, Humis û Helebê hatiye bi rêxistinkirin û li dijî rêjîma Baasê û çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin. Ji ber ku Artêşa Şoreşgeran avakirina Sûriyeke demokratîk armanc digire, di aliyê navnetewî û herêmî de jî tê qebûlkirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Armanca me avakirina artêşeke niştimanî ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û rêjîma Baasê biparêze, ye.”
Pêşketinên DAIŞ’ê ber bi bajaroka Marêh ve lîstokek e
Ebû Hesen da xuyakirin ku pêşketinên DAIŞ’ê li gundewarê Helebê ber bi bajarokên Marêh û Til Rifeht, lîstokek e û ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê gelekî lewaz ketine, êdî nikarin eniyeke nû ji xwe re vebikin.
Li gorî nexşeya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo avakirina herêmeke tompon hatiye çêkirin û hevkariya wê bi çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra re, çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku riya herêmê bi bajarê Helebê re bibirin, hewl didin bajaroka Marihê dagir bikin. her wiha ji bo ku bi me re nekeve şerekî ber bi herêmê di bin serweriya me de pêşve nayê.
Ebû Hesen di dawiya axaftina xwe de got ku beriya demekê çeteyên DAIŞ’ê hewldan derbasî herêmê bibin lê rastî bersiva tund a şervanên Artêşa Şoreşgeran hatin û di encamê de neçar man paş ve vekişin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê dema dawî de hevgirtina welatiyên herêmê ku ti car’ dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê û Tirkiyeyê qebûl nakin, bi şervanên me re zêde bûye û bi vê yekê hemû pilan û komployên hêzên tarî dê vala bêne derxistin. Niha ew dixwazin me ber bi şerekî ve bikişînin. Lê em jî dê di demeke ku em dixwazin de li dijî çeteyan şer bikin.”
(jh/aq)
ANHA