Tirkiyeyê tişta dixwest ji NATO wernegirt
A+
A-
NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS
Li ser pêşniyaza Tirkiyê, duh NATO bi awayek awarte civiya. NATO ji Tirkiye xwest ku êrişên li dijî PKK’ê bi sînor bike.
Li gor nûçeya Financial Timesê, Tirkiyê di civîna duh a NATO’yê de derbarê operasyonên li hemberî DAIŞ û PKK’ê agahdarî daye hevpamên xwe. NATO’yê bêyî nav bide, diyar kir kiriye ku li pêşiya raya giştî di ‘Tekoşîna li hemberî terorê’ de piştgiriya Enqere kiriye.
Di nûçeyê de tê gotin ku endamên NATO yên weke; Almanya, Fransa û Inglîstanê ji Tirkiyê xwestine li hemberî PKK’ê ‘sinordar bersiv bide’ û pêvajoya aştiyê ya hatî destpê kirin ji nav nebin.
Herwiha berpirsên NATO diyar kirin ku Tirkiyeyê rasterast daxwaza leşkeran ji NATO’yê nekiriye.
(rn)
Bêjeyên Miftehî tirkiyeyê,tişta,dixwest,ji,nato,wernegirt