Tirkiyê ji Çîn´ê xirabtir înternetê sansur kir
Stokholm 07.02.2014 07:33:41 Hikûmeta AKP’ê di zagonên internetê de hin guherîn pêk anîn û sînorên azadiya fikr û ramanê hê jî teng kir. Ev yek li Swêde bû sedema nerazîbûnan.
Di malpera înternetê “Journalisten” de ku organa weşanê ya Federasyona Rojnamevanên Swêdê ye de, du makaleyên cuda hatin weşandin. Di van makaleyan de tê diyar kirin ku Tirkiyeyê di aliyê sansûra li ser înternetê de Çîn derbas kiriye. Di heman demê de bangawazî ji wezareta derve ya Swêdê Carl Bildt re tê kirin, ku ji bo parastina azadiya înternetê saziyeke navneteweyî hatibû damezirandin û ew jî bibû berpirsiyarê wê, ew li dijî sansûra li ser înternetê ya li Tirkiyê derkeve.
Qunciknivîsê ‘Journalisten’ Jahannes Nesser, li ser nûçeya ku AFP’ê weşandiye nirxandin dike û radigihîne ku Tirkiye li ser înternetê bi awayekî giran sansûrê pêk tîne. Paşê jî nêrînên xwe yên di vê mijarê de wiha tîne ziman: “Tirkiyê ji 2007’ê vir de li ser înternetê sansûrê dimeşîne û ji wê pê ve di lîsteya Googlê de li gel Çînê heman rêzê parve dike. Bi guherînên ku duh kirine jî di sansûra li ser çapemeniyê de li Çînê derbas kiriye.
QEDEXEYA INTERNETÊ JI BERIYA KU BIBE QANÛN TÊ PÊKANÎN
Di makaleya ku îmzeyên Kurdo Baksi û Murat Kuseyri li ser heye de tê diyar kirin ku qanûnên kevin ên sansûrê bi armanca ku dengê Kurdan qut bikin li dijî Özgür Gundemê hatine bikaranîn, lêbelê Erdoganê ku bi vê qîma xwe naîne, ji bo ku bi temamî înternetê bixe bin kontrola xwe, pêşnûme qanûna ku ji serokatiya daîreya ragihandinê ya telekomînîkasyonê re rayedariyên berfireh nas dike, di parlemenê re derbas kiriye.
Bi sedema ku jiyana taybet tê binpê kirin qanûna ku di 4 saetan de , bêyî ku biryara mehkemeyê hebe qeydên deng, agahî û belgeyan asteng dike, beriya ku bê pêjirandin di pratîkê de tê bikaranîn. Dîsa bal tê kişandin ku ji aliyê parlemenekî/ê ve li ser saxtekariyên Erdogan pêşniyar pirsek hatiye amedekirin û tê xwestin ku ev ji nav rûpelên înternetê bê rakirin.
JI BILD BANGAWAZIYA LI DIJÎ SANSÛRA LI SER INTERNETÊ KETINE TEVGERÊ
Li gorî ku di makaleyê de tê nirxandin Tirkiyê di zindanên xwe de 65 rojnamevan radigire û ji ber qebûlkirina zagona nû ya ku li ser înternetê qedexayan tîne, di aliyê sansûra li ser înternetê buye serokê welatên ku înternetê sansûr dike. Di vê makaleyê de bi berdewamî wiha tê gotin: “helwesta ku me bi rastî jî dixe nav fikaran ew e ku Carl Bildt ku berpirsiyarê komisyona navneteweyî ya ji bo pêşeroja înternetê hatibû avakirin e, li dijî sansûra nû ya Erdogan bê deng e”.
Ji Bildt tê xwestin ku berpirsiyariyê bigire ser milên xwe û vê qanûnê protesto bike, beriya ku serokoma Abdullah Gul îmze bike bikeve tevgerê.
Li Swêde ajansa TT’ê, bi awayê ‘li Tirkiyê înterneta sînordar’ gihand ber destê xwendekarên xwe. Di nûçeyê de tê gotin ku “li gorî qanûnê; sîteyên ku saziyên dewletê biçûk dibîne û aliyên veşartî yên jiyana taybet aşkere dike, bêyî ku biryara mehkemê hebe wê karibin bên bloke kirin”.