1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tirsa Tirkiye, Erebistana Suîdî û Katarê ya ji YPG'ê
Tirsa Tirkiye, Erebistana Suîdî û Katarê ya ji YPG'ê,tirsa,tirkiye,erebistana,suîdî,û,katarê,ya,ji,ypg,ê

Tirsa Tirkiye, Erebistana Suîdî û Katarê ya ji YPG'ê

A+ A-

DÎLOK (DÎHA) - Eger hêzên YPG û YPJ ava Firatê derbas bikin, dê têkiliya Tirkiyeyê ya bi Helebê re bi temamî qût bibe. Ji ber vê yekê Serokomar Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu vê mijarê ji rojeva xwe dernaxin û her roj gefan dixwin.

Navendên wekî Bab, Cerablus, Mînbîç, Soran, Extarîn, û Çobanbey ên di navbera Kobanê û Efrînê di destên çeteyên DAIŞ'ê de ne û li herêmên Ezaz, Marê jî hêzên wekî El-Nusra, Artêşa Azad a Sûriyeyê, Ahrar u Şam, Eniya Şamê cih digirin. Kantonên Rojava jî balê dikşînin ser rewşa heremê û diyar dikin ku dema pêwîst be wek hêzên Sûriyeyê yên demokratîk dikarin operasyonên pêwîst pêş bixin. Ev helwest jî, Tirkiye, Erebistana Suîdî û Katar ên ku piştgiriyê didin Artêşa Fetîh a El Nusra, Ahrar u Şam û Eniya Şamê dixe nav fikaran. Azadkirina vê herêma navborî ya li bakurê Helebê, dê ahengên Sûriyeyê biguherîne û dê bib sedem ku di serî de Tirkiye û gelek dewlet jî ji Sûriyeyê destên xwe vekişînin.

Dê riyên Helebê bên girtin

Amadekariyên operasyonê ya Hêzên Demokratîk ê Sûriyeyê ku hêzên YPG û YPJ'ê jî di nav de cih digirin, Serokomar Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu dixe nav fikaran. Daxuyaniyên Erdogan û Davutoglu yên di vî çarçoveyê de wekî piştgiriya wan a ji bo rêxistinên çeteyan tê nirxandin. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku Erdogan û Davutoglu bi daxuyaniyên xwe yên ji bo parastina Cerablusê ve refên xwe zelal kirine û fikara wan a esasî jî Mare û Ezaz in. Çavkaniyên ku balê dikişînin li ser girîngiya herêmê dibêjin ku alîkariyên tu Tirkiye û hêzên navneteweyî ji bo hêzên li Helebê dişînin, ji Kîlîsê digihe Ezazê, ji Ezazê digihe Marê û ji wir jî digihîje Helebê ji ber vê yekê jî herêm gelekî girîng e.

Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku dema ku hêzên azadîxwez li herêmê hakîm bin dê hemû têkîlî bi çeteyan re bê qutkirin û ev yek jî dê bê wateya têkçûna polîtîkaya Rojhilata Navîn a Tirkiye, Erebistana Sûidî û Katarê.

DYA û Rûsya îtîraz nake

Li aliyê din, welatiyên Efrînê jî diyar kirin ku amadekariyên Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ya bi pêşengiya YPG û YPJ'ê ya ji bo operasyona herêmê berdewam dike, ji bo azadkirina herêmê û rêveberiyeke demokratîk pêk bê dê mudaxaleyî herêmê were kirin. Çavkaniyan diyar kirin ku DYA û Rûsyayê jî germ li vê operasyonê dinêrin û eger ev xet azad bibe, çareseriya Sûriyeyê jî nêziktir bike.

(sa/sy)