TJKE: Jiyanê rawestînin!..
TJKE’yê li Ewropayê banga rawestandina jiyanê kir
ANF07:03 / 12 Çile 2013 Bruksel - Tevgera Jinên Azad ya Ewropayê (TJKE) derbarê siyasetmedarên kurd yên jin; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de daxuyaniyek nivîskî da
TJKE’yê di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Qetilkirina damezrînera PKK’ê, endama Meclisa PAJK’ê û endama KNK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez em gelek xemgîn kirin. Gotina navdar ya ‘Berî Jinan Bikujin’ ji bo me jinên kurd qet ne biyanî ye. Bi vê komkujiyê, tola ‘Bê Serok Apo çareserî ne mimkun e’ ji Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatiye hilanîn.”
TJKE’yê di daxuyaniyê de bal hat kirşandin ser têkoşîna jinê û îradeya wê û ev tişt hatin gotin: “Bila her kes bizanibe ku tu kes nikare têkoşîna me têk bibe û tu hêz têrê nake ku têkoşîna me têk bibin. Em ji Serok Apo hîn bûn ku negirîn û têkoşîna jinên azad dê dagirkeran bide girîn.”
Tevgera Jinê ya li Ewropayê di berdewama daxuyaniya xwe de bang li kurdên li Ewropayê jî kir û ev tişt xwest: “Em di serî de bang li jinên kurd û li gelê kurd yê li Ewropayê dikin ku xemgînî û windahiya xwe ya mezin veguherînin têkoşîneke mezin. Em bi vî ruhê serhildanê di serî de bang li jinên kurd û gelê kurd yên li Ewropayê dikin ku li Parîsê di mîtînga ku dê pêk bê de bi hêza têkoşîna xwe li Ewropayê jiyanê rawestînin û hesab bipirsin.
ANF NEWS AGENCY