1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. TJKE’ê bersiv da kampanyaya reşkirinê
TJKE’ê bersiv da kampanyaya reşkirinê,tjke,ê,bersiv,da,kampanyaya,reşkirinê

TJKE’ê bersiv da kampanyaya reşkirinê

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê- TJKE, daxuyaniyek da û bertek nîşanî kampanyaya reşkirinê ya ku piştî qetilkirina 3 jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatiye destpêkirin dan.

A+ A-

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê- TJKE, daxuyaniyek da û bertek nîşanî kampanyaya reşkirinê ya ku piştî qetilkirina 3 jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatiye destpêkirin dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca kampanyayê ew e ku komkujî bê veşartin, hêzên li pişt komkujiyê veşêrin.

TJKE’yê da zanîn ku suîqesta li hemberî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêk hatiye di heman demên li hemberî Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, li hember hemû jinan û gelê kurd hatiye kirin. TJKE’yê komkujî bi zimanekî tund şermezar kir û wiha got: “Hevala Sakîne, Fîdan û Leyla wek pêşengên şoreşa tevgera me, nemir bûne.”

TJKE’yê got: “Piştî komkujiyê gelek aliyan gelek şîrove û nirxandin kirin. Rayedarên tirk, serokwezîrê tirk Erdogan, çapemeniya tirk û hinek çapemeniyên biyanî bi şîrove û nûçeyên xwe tevgera kurd hedef nîşan dane. Lê xuya ye ku ev şîrove ji bo veşartina komkujiyê û veşartina hêzên pişt komkujiyê ne.”

TJKE’yê bertekên tund nîşan da û wiha got: “Piştî ev komkujî aşkere bû gelek aliyan nirxandin û şîrove kirin. Di serî de jî rayedarên tirk û çapemeniya tirk şîrove kirin. Ev şîrove beriya ku der barê bûyerê de tesbît bên kirin bû. Lê wan yekser tevgera kurd kirin hedef. Di çapemeniya wan de manşetên weke ‘Hesabdayîna navxweyî ya PKK’ê ye’, ‘Kaseya rêxistinê bo pereyan hat avakirin’- ‘Cansiz bi Ocalan re heman fikr nediparast’ hatin weşandin. Ev jî ne ku wehşetî ronî bikin, ji bo veşêrin pêk hat. Tikriyeyê pêşî PKK hedef girt.

Du daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Sakîne Cansiz ku bi sekna xwe hewcedarî bi tu gotinî nabîne, bi berxwedana xwe bûye pêşenga gelê kurd têkoşîna azadiya kurd.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir:

“Hevala Sakîne ji damezrandina PKK’ê heta niha bi sekn û pratîka xwe bûye sembol û jiyana xwe bi kelecaneke mezin girêdayê vê têkoşînê berdewam kiriye. Dilsoziya wê ya Rêbertiya me re tu carî nayê nîqaşkirin jî. Heval Sakîne li dijî êrîşên li dijî Rêbertî û tevgerê her tim têkoşîn bilind kiriye û bûye bersv. Ev êrîş di şexsê heval Sakîne Cansiz de li dijî hemû tevgera me pêk hatiye.

Heval Fîdan Dogan jî 13 sal e bê navber di nav têkoşînê de ye û bûye kadroya azadiya jinan. Felsefeya rêbertiya me û siyaseta me di platform û qada navneteweyî de bi serkeftineke mezin temsîl kiriye.

Hevala Leyla Şaylemez di nava tevgera ciwanan de bi lehengiyeke mezin têkoşiyaye. Ew bi coş, moral û baweriya xwe bûye pêşenga jinên ciwan.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha gotin: “Xuya ye ku ev êrîş li dijî îdeolojî û xeta azadiyê ya jinê ya Rêber Apo pêk hatiye. Ji ber hemû kampanyayên reşkirinê jî ji bo vê tê kirin. Lê ev reşkirin û manupulasyon dê negihêjin armanca xwe. Ez soz didin hevalên xwe Sakîne, Fîdan û Leylayê em dê têkoşîna wan ya azadiyê bidomînin. Em dê gelê xwe û rêbertiya xwe azad bikin. Tu êrîş û reşkirin dê pêşiya me negire. Em careke din van êrîşan bi hêrseke mezin şermezar dikin.”

ANF NEWS AGENCY