Tkatschjow: Kurd kevirê herî baş in
Hostayê kişikê Tkatschjow: Kurd kevirê herî baş in
Perwer Yaş Ji lîstîkvanên herî baş ên kişikê (setrenç) Wladislaw Tkatchjow krîza Sûriyeyê şiband lîstokek a kişikê û pêşnîbiya xwe ya ji bo encama lîstokê aşkere kir. Got ku pevçûna Kurdan a li Helebê di lîstokê de hemleyek nû ye û diyar kir ku Kurd di lîstokê de faktorek girîng e. Tkatshjow ji bo krîza Sûriyeyê jî got: "Di belavbûna nû ya keviran de kes nikare bêje 'şah-mat'. Ev lîstok di bi awayeke beramber bi dawî bibe."
Heta niha civata navneteweyî nekariye tu çareseriyek ji krîza Sûriyeyê re peyda bike. Duh rêveberiya Moskowê peyamên girîng da rojavayê. Wezîrê Derve yê Rûs Sergey Lavrov da zanîn ku ji ber muzakere tune ne, tu çareserî ji bo krîzê nehatiye dîtin. Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Frensî Laurent Fabius re axivî û got:
"Heta muzakere neyên kirin, tu encam nayên bidestxistin. Ger armanca sereke hilweşandina Esad be, wê demê dê rijandina xwînê bidome. Divê Sûriyeyî dahatûya xwe diyar bikin. Ji bo Sûriye parçe nebe, xeteriya terorê ya ji ber krîza li vî welatî belav nebe, em û Parîs xwedî heman nêrînê ne."
Lavrov da zanîn ku leşkerên bi bpere bi rêya welatên cîran dikevin Sûriyeyê û di nava refên komên muxalîf de şer dikin û nunerê wî Aleksandr Lukşevîç jî rojava tawanbar kir. Lukaşevîç nerazîbûn nîşanî hukûmeta li sirgunê da û got: ''Rojava hilweşandina rejîma Şamê han dide (teşwîq dike). Ev hewldan li dijî civîna 'Koma Çalakiyê' ya ku 30’ê hezîranê li Cenevreyê pêk hat e."
"PEVÇÛNA KURDAN A LI HELEBÊ HEMLEYA NÛ YA KIŞIKÊ YE"
Piştî van daxuyaniyên dîplomatê Rûs û serdanên Lavrov ên li Parîsê, Radyoya Dengê Rûsyayê ''Kişika Sûriyeyê'' ji yek ji lîstokvanên herî baş ê cîhana kişikê Wladislaw Tkatscjow pirsî. Lîstîkvanê Frensî yê bi eslê xwe Rûs e û sala 2007 bû şampiyonê Kişikê yê Ewropayê diyar kir ku Kurd heta niha bi awayeke notral nêzîk dibûn û got; “Dibe ku Esad bixwaze vê guhertina hevsengiyê ji bo xwe bi kar bîne.”
Tkatschjow dibe Esad ji êrîşên li hemberî Kurdan kêfxweş bibe û got: "Bi vî awayî hemleya ku rêveberiya Şamê li bendê bû pêk hat. Tirkiye piştgirî dide komên muxalîf û PKK şerê Tirkiyeyê dike. Gava em li pêşketinên li herêmê dinêrin, em dibînin ku Kurdên bi salan e dixwazin dewleta xwe ava bikin, faktorê herî girîng e.” Wladislaw Tkatschjow ji bo kişika Sûriyeyê ev tişt got:
"Ji ber bandora Tirkiyeyê û ji ber têkoşîna PKK’ê ya li dijî Eqereyê Kurd dibin hevsengiya her du aliyan. Di belavbûna nû ya keviran de kes nikare bêje 'şah-mat'. Ev lîstok di bi awayeke beramber bi dawî bibe."
ANF NEWS AGENCY