1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘TOKÎ li Wanê ji armanca xwe dûr ket!'
‘TOKÎ li Wanê ji armanca xwe dûr ket!',tokî,li,wanê,ji,armanca,xwe,dûr,ket

‘TOKÎ li Wanê ji armanca xwe dûr ket!'

A+ A-

Hate îdîakirin ku piştî erdhejên Wanê Walîtiya Wanê dest bi tesbîtên ziraran kir. Rayedarên tespîta zirarê ji bo ku TOKÎ malan çêbike ligel avahiyên ziyan bûne raporê dide avahiyên saxlem jî. Serokê Şaxa ÎMO'yê ya Wanê Şemsettîn Bakir, diyar kir ku TOKÎ li dervê armanca xwe xizmetê dike.

Piştî li Wanê 2 erdhejên mezin û gelek erdhejên paşîng pêk hatin pirsgirêkên aborî û civakî zêde bû û bi hezaran welatiyan Wan terk kir. Welatiyên Wan terk nekirin jî li gel şertên gelek giran têkoşînê didin. Piştî erdhejê gelek şirket ji bo rantê hatin Wanê. Ligel vê yekê îdîayên têkildarî TOKÎ'yê de jî her roj tên rojevê. Agahiyên ekîbên Walîtiya Wanê yên tesbîta zerara malan dikin, ji bo ku TOKÎ malên komî çêbike, bêyî ku malên ziyan bûne û nebûne tespît bike, ji bo hemû malên li ser zeviyekê rapora "ziyan bûye" dinivîse û destûrê dide hilweşinê. Ev nêzîkatiya heyeta tesbîtê dibe sedema fikr û gumanan.

Piştî welatiyan bang li Şaredariya Wanê û ÎMO'yê kir ku tesbîta ziraran baş nayê kirin kir, Şaredariya Wanê û ÎMO'yê dest bi hewildanan kir. Şaredariya Wanê û Odeya Endezyarên Înşatê (ÎMO) bi hevre dê li hemberî randxwarên înşatê têkoşînê bidin.

‘TOKÎ ji armanca xwe dûr ket'

Serokê Şaxa ÎMO'yê ya Wanê Şemsettîn Bakir, anî ziman ku armanca TOKÎ'yê ew e malên komî çêbike lê li Wanê ji vê armanca xwe dûr ket û vegeriya komeka rantê. Bakir, da zanîn ku TOKÎ ji bo randê malan çêdike. Bakir, destnîşan kir ku TOKÎ bi taybetî malên yek qat û 2 qat hildibijêre û li gel zerar nedîtibin jî rapora hilweşînê dide. Bakir, bilêv kir ku di bin navê vegera bajarvaniyê de qadên gel ên jiyanê ji şîrketên randxwir re hatine pêşkêşkirin.

‘Wezaret serbixwe tevdigere'

Bakir, neîlankirina herêma Karesatê jî rexne kir û bal kişand tevgeriya Wezareta Karêna Av û Daristanê. Bakir, daxuyand ku diviya bû ku Wan wekî qada karesetê bihata ilankirin û wiha got: "Divê Wezaret mecbûr hemû plansaziyên têkildarî bajar bi wan re parve bike. Divê îhale bên lêkolînkirin. Em ji van pilansaziyan biguman in.

‘Em dê li dijî rantê têbikoşin'

Bakir, anî ziman ku wan gumanên xwe bi Şaredariya Wanê re jî parvekir û piştî civînê biryara bi hev re tevbigerin girtin Bakir, derbirî ku Şaredariya Wanê amadekariyên planekî îmarê dikirin lê ji ber erdhejê ev plan têk çû û wiha goğt: "Wezaretî bi riya Walîtiyê dixwaze me tevlî plansaziya avakirina bajar neke. Em li hemberî vê yekê derdikevin. Em dixwazin odeyên pîşeyî tevlî vê pêvajoyê bikin. Em û şaredarî dê li hemberî şîrketên randxwar têbikoşin."

DÎHA (mae)