1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Topa hewanê bû sedema kuştina ciwanekî !
Topa hewanê bû sedema kuştina ciwanekî !,topa,hewanê,bû,sedema,kuştina,ciwanekî

Topa hewanê bû sedema kuştina ciwanekî !

A+ A-

Li Navçeya Qilebanê ya Şirnexê ciwanê bi navê Fûat Sak (18) di encama teqîna topa hewanê ku li erdê dîtibû, jiyana xwe ji dest da.

Li Gundê Yekmalê ya girêdayê Navçeya Qilebana Şirnexê ciwanê 18 salî Fûat Sak, dema guleya hewanê li erdê dîtibû û dibir malê, di destê wî de teqiya û di teqînê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sak ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipê Edlî ya Amedê.

Duh jî li cihê Darbiye ya Çiyayê Kozmê ku li herêma Şênê ya girêdayê Bajaroka Qizilxaçê ya Mûşê Seray Yavûza 8 salî jî ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dabû. Yavûz, li erdê teqemeniyek dîtibû, dema destê xwe lê dabû, teqîn pêk hatibû.

(ab/mae)