1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Tu hevdîtin bi dewletê re tune ne!"
"Tu hevdîtin bi dewletê re tune ne!",tu,hevdîtin,bi,dewletê,re,tune,ne

"Tu hevdîtin bi dewletê re tune ne!"

KCK: Niha tu hevdîtinên bi dewletê re tune ne!

A+ A-

Behdînan - Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyên hukûmeta Tirk ên der barê Ocalan û hevdîtinên Osloyê de weke “hemleyek nû ya taktîkî” bi nav kir û got; “Di vê demê de tevgera me bi dewleta Tirk re tu diyalog û hevdîtin pêk neaniye.” KCK’ê destnîşan kir ku niyeta dewleta Tirk ne çareserî ye, mijûlkirina Kurdan e û diyar kir ku ji bo Ocalan bikare rola xwe bileyîze divê “pêngavên li berçav” bên avêtin.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê pêşketinên di rojevê de û bi taybet daxuyaniyên rayedarên Tirk ên der barê rewşa Ocalan û hevdîtinên Osloyê de daxuyaniyên girîng da. KCK’ê daxuyaniyên Erdogan û Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn derewand û diyar kir ku Ocalan di berxwedaneke mezin de ye.

HEMLEYEK NÛ YA TAKTÎKÎ YE

Daxuyaniya KCK’ê wiha didome; “Serokwezîr û Wezîrê Dadê yên dewleta Tirk ya ku li hemberî gel û tevgera me şerek topyekun daye destpêkirin, di van demên dawiyê de der barê Îmrali, Rêber Apo û Osloyê de daxuyanî dan. Her çendî di şêwaza bilêvkirinê ya van daxuyaniyan de hin guhertin hebin jî, lê bi kurtî evane tu tiştek nû îfade nakin. AKP dixwaze bi van daxuyaniyên ku beşek girîng a wê ne rast in û manuplasyon têde hene, rê li ber zîhniyet ji bo çareseriya demokratîk bigire û ev yek zêdetir “hemleyek nû ya taktîkî ye”.

HEVDÎTIN TUNE NE

Di destpêkê de der barê sîstema Îmrali ya ku tecrîd, zext û îşkenceya psîkolijîk esas digire, daxuyaniyên ne rast hatin dayîn. Çapemeniya Tirk jî vê yekê bi temamî berûvajî dike, rastiyan vedişêre û hewl dide agahiyên şaş bide civakê û rêbaza xwe ya bi vî awayî kûrtir dike. Hin endamên çapemeniya Tirk û hin derdor îdîa dikin ku di navbera tevgera me û dewleta Tirk de diyalog û hevdîtin hene, ev îdîa ne rast in. Di vê demê de tevgera me bi dewleta Tirk re tu diyalog û hevdîtin pêk neaniye. Nûçeyên bi vî awayî bi temamî derew in.

OCALAN HELWEST NÎŞAN DA

Di salên borî de, di hevdîtinên Oslo û Îmraliyê de, Rêber Apo lîstokên hukûmeta AKP’ê ya ku protokolên girîng ên ji bo çareseriyê qebûl nekir, ne çareseriya demokratîk, belê serî li rêbaza tesfiyekirinê da; ji bo Tevgera Azadiya Kurd tesfiye bike, serî li konseptên herêmî û navneteweyî da, dît, û di 27’ê Tîrmeha 2011 de xwe ji navber vekişand û helwest li hemberî vê durûtî û lîstokan nîşan daye.

Li hemberî vê yekê hukûmeta Erdogan, huqûqa xwe bin pê kir, serî li rêbazên kirêt ên tu aliyên wan ên wijdanî û exlaqî tune ne da û li ser vîna mirovan zext pêk anî, bi vî awayî xwest encam bigire; şert û mercên tecrîdê giran kir û sîstema zextên psîkolojîk xistiye dewrê. Ligel vê jî bi peyama Serokwezîrê Tirk bi xwe parêzerên Rêber Apo hatin girtin û hemû têkiliyên Rêbertiya me bi derve re hatin birîn.

OCALAN DI BERXWEDANEK DÎROKÎ DE YE

Rêber Apo li hemberî vê helwesta ne huqûqî û ne exlaqî helwest nîşan daye, serê xwe netewandiye, diyar kiriye ku ew ê li ber xwe bide, diyar kiriye ku ew ê hevdîtin ji wateya xwe derketine û di bin kontrolê de bi parêzer û malbatê re qebûl neke. Ji bo ji niha û pêve hevdîtin pêk bên xwestiye hin tişt pêk bên. Evane şertên di çarçoveya qanûnên TC (Komara Tirk) de yên weke di hevdîtinên li Îmraliyê de peywirdar tune bin, parêzerên girtî serbest bên berdan û ji ber peywira xwe neyên girtin. Lê yek ji vana jî nehatine bicihanîn.

Rêber Apo li hemberî rêbazên qirêj ên AKP’ê yên li hemberî rûmeta mirovan û tundiya li hemberî gelê me tê pêkanîn, ketiye nava berxwedanê. Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye û seknek bi rûmet a mirovahiyê ye. Hemû gelê me yê welatparêz û hemû aliyên aşitîxwaz û mirovperwer, divê xwedî li vê berxwedana bi wate ya Rêber Apo derbikevin û pewyirên xwe yên mirovahiyê bi cih bînin.

DAXUYANIYÊN ERDOGAN Û ERGÎN NE RAST IN

Ji bo ev berxwedana mezin û bi wate ya ku Rêberê Gelê Kurd a li Îmraliyê pêş xistiye neyê dîtin, Serokwezîr û Wezîrê Dadê bi xwe derew kirine. Li Îmraliyê tecrîda hatiye girankirin heye. Lê li hemberî van pêkanînên nemirovane, helwesta Rêber Apo û hevalên li gel wî ya ku neçin hevdîtinên malbat û parêzeran ên di bin çavdêriyê de, heye. Hukûmeta AKP’ê dixwaze bi manuplasyonê vê yekê berûvajî bike û bi awayeke din nîşan bide.

Ev mijara manuplasyonê hema bêje di her meseleyan de esas digirin. Serokwezîr di daxuyaniyên da de ragihand ku tevgera me hevdîtinên Osloyê daye derve, lê ev yek ne rast e, bi temamî bêbextî ye. Jixwe ev yek hatiye tesbîtkirin. Her kes dizane ku di encama pevçûnên ji bo desthilatiyê yên di nava dewletê de ev belge derketin derve. Lê li hemberî vê yekê jî dewleta Tirk careke din serî li kevneşopiya xwe ye berûvajîkirinê dide û rast nabêje, ev yek jî berdewamiya helwesta wan a li hemberî pirsgirêka kurd nîşan dide.

SERWERIYA GERÎLAYAN DIDOME

Vê gavê, hema bêje li her derê Kurdistanê şer û pevçûn û pevçûn berdewam dikin. Agahî û hejmarên ku Serokezîr di vê mijarê de dane, ne rast in. Di vê mijarê de raya giştî û civaka Tirkiyeyê bi awayeke rast nayê agahdarkirin, agahiyên şaş didin. Diyar e ku ev agahiyên li ser esasê derewan ji devê Serokwezîrê Tirk bi xwe derdikevin. Li Şemzînanê, weke gotina Erdogan “gerîla neketine kûnên xwe”. Li Şemzînanê her tiştek weke xwe, li cihê xwe ye, li aliyekê êrîşên hewayî yên berfireh, li aliyê din pevçûnên di navbera gerîla û leşkeran de hene, lê kontrola gerîlayan li ser herêmê bidome. Ne tenê li Şemzînanê, li gelek herêmên welêt ev “tatîka serweriya herêmê” ya gerîlayan bi awayeke encamgir didome.

Hikûmeta AKPê û çapemeniya Tirk bi taybetî dixwaze ku dengê Rêbertiya me bi awayekî rast negihije gelê me û gotinên wî yên sînordar ên ku diterisin derve jî berovajî bike. Bi heman awayî bi nûçe û agahiyên derewîn ku tu rastiya wan nîne tê gotin ku tevgera me ji hev belawela bûye û bi van gotinên derew şerê psîkolojîk û manîpîlasyonê dike.

ERDOGAN DEREWAN DIKE

Serokwezîrê Tirk li ser van mijarên ku em baş jê agahdar in, bi aşkereyî derewan dike. Ev gotinên Serokwezîrê Tirk jî dide xuyakirin bê ka ew di çareseriya pirsgirêkê de çiqasî jidil e; ‘’Bi Îmraliyê û Osloyê re hevdîtin dikarin pêk bên lê bi BDPyîyan re qet nikarim hevdîtinê bikim û bi wan re di bin heman banî de bimeşim.’’

Beriya her tiştî divê her kes vê bizanibe: Aliyê kurd yek e û yekbeden e. Neteweya kurd û tevgera azadiya kurd bi sazî û dezgehên xwe yên legal û îllegal helwesteke hevpar nîşan dide û wekî muxatabê dîyalogê jî Rêber Apo qebûl kiriye. Her çi qasî her yek ji pevgîhenerê wê li devereke cuda be jî di her şert û mercî de xwe yê wê biryardariyê ye ku dikare yekdeng be û xwedî vê vîn û ceribandinê ye. Beriya her tiştî serokwezîrê tirk divê dest jê berde ku cihêkariyê bike û dev ji hewldanên xwe yên ku dixwaze aliyê kurd parçe bike, berde. Daxuyaniyên ku serokwezîrê tirk wê pêvajoyeke nû bide dest pê kirin cihê nîqaş û gumanê ye.

Rakirina destlênedana parlementerên ku temsîlkarên siyaseta kurd in û avêtina wan a li girtîgehê bi mîsogerî wê şer berfirehtir û kurtir bike. Li gel vê rastiyê jî gotine; ‘’hem ez ê kesên ku gerîla hembez kirin têxim girtîgehê û hem jî ez ê gerîlayan re li hev bêm’’’ ne karê biaqilan e.

AKP DIXWAZE BIXAPÎNE

Ev hemû destnîşan dikin ku di derbarê çareseriyê de pêkhatineke hişmendî hê ne pêkan e. Tê dîtin ku ev hewldane parçeyek ji taktîka klasîk a AKPê ye ku dixwaze girse û raya giştî bi gotinên bêbingeh bixapîne. Pêş-plana wê ye ku li şûna meseleya kurd çareser bike, dixwaze bi kurdan re bendewariyekê çêbike, cihêkariyê têxe navbera pevgihînerên Tevgera Azadiyê û Tevgera Azadiyê qels bike.

Heke Dewleta Komara Tirk û Hikûmeta wê di meseleya kurd de ku ji roja damezirîna Komarê û heya niha pirsgirêka bingehîn e, gihaştibe biryara çareserkirinê, naxwe projeya xwe ya çareseriyê divê bi awayekî hişkere rayexe û bi gavên jidil û pêbawer, bi gavên pratîk li bendê bimîne ku aliyê kurd jî bersivê bide.

Beriya her tiştî, ji bo ku Rêber Apo bikaribe di pêvajoya çareseriyê de rola xwe pêk bîne, divê ‘’şertên tendirustî, ewlekarî û bi azadî tevbigere’’ werin pêk anîn. Bêyî ku gavên wilo berbiçav û pêbawer bavêje, daxuyaniyên serokwezîrê tirk ên bi nakokî, eklektîk û belawela ne pêkan e ku pêvajoyeke nû bi pêş bikeve. Tevgera me li gel çareseriyeke samîmî ku tê de xapandîn nînin, demokratîk, aştîxwaz û dadmendane ye; encax di nav vê çarçoweyê de tevgera me wê nêzîkatiyeke pêk bîbe, rûdanan bişopîne, bi taybetî wê li gavên pratîk ên hikûmetê binere û li gorî vê jî wê ci cihê hewce de helwesta hewce nîşan bide.

Gelê me yê hêja yê welatparêz û hemû derdorên demokrat ên li gel aştiyê, van taktîkên AKPê ku di paşerojê de bêyî ku xwe bispêrin projeyekê tenê bi armanca awiqanina girseyan û di nav çarçoweya şerê psîkolojîk de pêk aniye, baş dizanin. Tê zanîn ku armanca van helwestan ew e ku vîna têkoşîna girseyan qels bike û tevgera şoreşger bi paş ve bixîne. Ji bo vê jî hemû gelê me divê bihistyar be, bêhtir tevli têkoşînê bibe, ji bo pêngava azadiyê ya ku ji hêla tevgera me ve hatiye destpêkirin bi ser bikeve, divê bi fedakariyeke mezin beşdarî pêk were û serkeftina têkoşîna azadiyê were teqezkirin. Di nav vê çarçoweyê de em bangî hemû gelê xwe dkin ku bi awayekî xurtir tevli têkoşîna azadiyê bibin û tekoşîna civakî berz bikin.

ANF NEWS AGENCY