'Tu hêviya gelê Wanê ji Erdogan nîne'
"Di çareseriya pirsgirêka kurd de êdî ne axaftin divê gavên çareseriya mayînde bên avêtin."
BÎLAL GULDEM Saziya sîvîl ên civakî, diyar kirin ku hatina Serokwezîr Erdogan a Wanê tu bendewariyê nade gelê Wanê û gotinên wî ji ji bo wan bê wate ye. Rêxistinên sivîl bertek nîşanî destûrnedayîna mitînga Amedê jî dan û wiha gotin: "Di çareseriya pirsgirêka kurd de êdî ne axaftin divê gavên çareseriya mayînde bên avêtin."
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di 13'yê tîrmehê ji bo tevlî kongreya rêxistin AKP’ê ya Wanê bibe tê Wanê. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Wanê Omer Işik, diyar kir ku di demokrasiyan de mitîng û daxuyanî mafeke demokratîk e û di serdema AKP'ê de ev yek her tim tên qedexekirin. Işik, minakê vê yekê jî qedexekirina 8'ê Adarê û 21'ê Adarê nîşan da û wiha got: "Berê jî van saziyan dîsa serlêdan kiribûn. Bi weşandina giştinameya ji aliyê Wezareta karê hûndir ve hate qedexekirin. Gelê heremê gelek tengasî kişand. Ez hêvî dikim ku mitînga 14’ê tirmehê nekeve rewşek wisa. Ger ku bikeve rewşek wisa dê tiştên ne baş bi qewimin. Dê dîsa tengasî û tahrîbatê mezin çê bibin." Işik, bal kişand ser hatina Serokwezîr Erdogan a Wanê û got ku tu bendeweriya gelê Wanê bi hatina Serokwezîr nemaye.
'Êdî em axaftinê na gavê mayînde dixwazin'
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’ê ya Wanê Selamî Ozyaşar jî bertek nîşanî qedexekirina mitînga Amedê da û diyar kir ku ji bo gelek bertekên xwe ên demokratîk nîşan bide mafê wî heye. Ozyaşar, anî ziman ku di demên dawî de bi qedexekirina mafên demokratîk ên hewwelatiyan tên astengkirin. Ozyaşar, da zanîn ku qedexebûnên bi vî rengî li tu welatên demokratîk ê cîhanê nayên dîtin û bi van pêkanîna ji bo aşîtî û biratiyê pêşketinê pêk nayên. Ozyaşar, bertek nîşanî hatina Serokwezîr da û wiha got: "Serokwezîrek ku ji sedî 50 deng hildaye bila pêvajoya Osloyê bi riyên aşîtiyê veke û em dixwazin dest bi hewldana bike. Ji bo şer raweste lazime bi siyasetê dest bi hewldana bike. Di destpêkê de ji hatina Serokwezîr em dixwazin di vî aliyî de hewldanê wî bibînin. Êdî em axaftinan na gavên mayînde dixwazin."
'Fêmkirina demokrasiya AKP’ê ev e'
Sekreterê Lîjneya Koordînasyona Bajêr a TMOBB’ê Şemsettîn Bakir jî, anî ziman ku AKP ji dema bûye desthilatdar heta niha di nav vê demê de her tim heman tişt û çîrok gotin. Bakir, bi lêv kir ku AKP her tim ji bo xwe demokrasiyê dixwaze û ji bo olî, bawerî û ramanên dinan demokrasî tune hesibandiye û wiha got: "Mitînga ku di 14’ê tirmehê de bê li dar xistin û kongreya AKP’ê ya Wanê viya dide nîşandan.” AKP tenê li gorî xwe demokrasiyê fêm dike. Bakir, da zanîn ku fêmkirina AKP'ê ya demokrasiyê rexene kir û AKP her tim di nava xapandinekê de ye. Bakir, bertek nîşanî astengiyê mitîngê da û wiha axivî: "Demokrasiya AKP xapandinek mezine. Ji bo xwe û cemaetê heta dawiyê demkrasî dixwaze. Kesê li dijî wan dibînîn jî demokrasî tuneye. Tenê dibêjê demokrasî ji bo min heye. Fêmkirina AKP ev e. Ya li Amedê tê kirin ev e. Ji bo Kurdan demokrasî tuneye. Dê kurd baweriyê bi min bînin. Bila wek min bawer bikin da ku ji bo wan demokrasî hebe." Bakir, diyar kir ku qedexebûna mitîngê biryara Walîtiya Amedê tenê nîne û wiha axivî: "Ev biryarek siyasî ye. Ev j îtê vê wateyê, li vî welatî çawa wekîl, rojnamevan, rêveber û ronakbîr têne girtin ev biryar jî dişebê wê yekê. Ez vê rewşê gelek asayî pêşwazî dikim. Ji ber ku têgeha demokrasiya AKP’ê ev e.”
(bg/bd/mae)