‘Tu jî destên xwe bide zarokên Kobanê yên dicemidin’
ÎZMÎR (DÎHA)- Li Îzmîrê bi pêşangiya 6 jinan ji bo zarokên ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatine Tirkiyeyê bi dirûşma “Ji bo zarokên Kobanê yên dicemidin tu jî dest bide” kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin.
Ji bo welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê cih û warên xwe terikandin lig elek bajaran kampanyayên alîkariyê bi ruhê seferberiyê didome. 6 jinên ku di nav de Hevseroka DBP’ê ya Karşiyakayê Fakîde Duman jî di nav de li Îzmîrê hatin ba hev û ji bo zarokên Kobanê “Ji bo zarokên Kobanê yên dicemidin tu jî dest bide” kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin. Jinên ku di çarçoveya kampanyayê de rojên çarşemê tên cem hev gore, qazax, yelek û patikên zarokan çêdikin.
Fakîde Duman diyar kir ku ew lig elek deverên Îzmîrê kampanyayê dimeşînin û ji bo zarokan di serî de qazax, yelek, gore û patîkan çêdikin. Jinan heta niha nêzî 80 qazax, gore, patîk û yelek çêkirine. Duman a ku got heta niha 10kolî cil şandine, ewil li malên ku nas dikin ta belav kirine û piştre tiştên hatine çêkirin kom kirine. Duman anî ziman ku bi kampanyayê heta niha 90 kolî zaxîre jî kom kirine û wiha berdewam kir: “Divê hemû jin xwedî li kampanyayê derkevin. Dema ez l imalê rûnem dayika min dibêje rabe, li Kobanê şer heye tu rûdine. Ji bo zarokan qazax çêke. Ev ji destên me tê. Me niha ji bo zarokên li kampan li Îzmîrê pire ava kir.”
Duman a ku nirxandina “em jî li vir bi cilên zarokan barê dayikan hinekî sivîk dikin” kir bang li hemû jinan kir ku ji bo Kobanê piştgiriyê bidin. Duman got ku dê kampanyaya wan bidome û di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Heta Kobanê azad bibe em ê jî li vir bixebitin. Heta em sax bin li Îzmîrê em ê tora alîkarî û piştevaniyê ava bikin û destûrê nedin zarokên me yên li wir bicemidin.”
(sa/wk)