`Tu polîs nikarin meşa azadiya gel rawestînin`
Demîrtaş: Tu polîs nikarin meşa azadiya gel rawestînin
AMED - Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, biryara waliyên Stenbol, Enqere, Amed û Wanê yên têkildarî pîrozbahiyên Newrozê de girtin nirxand. Demîrtaş, diyar kir ku biryarên hatin girtin ji aliyê waliyan ve na ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hate girtin û wiha got: "Meşa azadiyê ya gel tu artêş, polîs û hêzên din nikarin rawestînin."
Rayedarên BDP'ê têkildarî biryarên walitiyan yên têkildarî pîrozbahiyên Newrozan de di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê civiyan. Piştî civîna hevserokên rêxistinên BDP'ê, şaredar û endamên meclîsên şaredariyê Demîrtaş biryarên walîtiyê nirxandin.
Demîrtaş, anî ziman ku biryar ji aliyê walîtiyan ve na ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatin girtin û wiha axivî: "Meşa azadiyê ya gel tu artêş, polîs û hêzên din nikarin rawestînin." Demirtaş, da zanin ku civîna wan ya têkildarî dê Newrozê kîjan rojê pîroz bikin berdewam dike. Demîrtaş, bilêv kir ku piştî civînê dê biryara digirin ji raya giştî re aşkera bikin.
ANF NEWS AGENCY