‘Tu projeyên hêzên navnetewî ji bo Sûriyê tûne’
RIZGAR ADANMIŞ
NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Rêveberiya TEV-DEM’ê Henîfe Hisên di derbarê rewşa dawî ya Helebê û pêşdeçûna rejîma û giringiya Helebê anî ziman û got: “MSD’ê bi devokî qebûl kirine, lê ji raya giştî re parve nakin. Her wiha wê aloziya Sûriyê heya 2025’an bidome.”
Endama Rêveberiya TEV-DEM’ê Henîfe Hisên derbarê pêşdeçûnên li Helebê û her wiha alozîya Sûriyê û Rojavayê kurdistanê, dîsan projeya MSD’ê bersiv da pirsên ANHA’yê.
Li Helebê çi di qewime?
Heleb bajarekî mezine û di Sûriyê de weke bajarê pîşesazî tê naskirin û heman demê de bajarekî di aliyê gelan de pir reng e. Di aliyê Ezaz û Îdlîbê de dikeve ser sînorê Tirkiyê. Ji ber giringiya wê komên çeteyên weke El-Nusra û Ehrar Şam dest danî ser herêmên derdora Helebê û bandora rejîma Sûriyê kêm bû. Ev herêm ji bo hêzên navnetewî ku pêşeroja Sûriyê nîqaş dikin jî pirr giringe û li gorî wê siyasetên xwe dimeşînin. Vir bûye qadekî şerekî di navbera hêzên weke Rûsya û koalîsyon ê. Hêzên koalisyonê ji Ezaz heya Cerablûsê firehiya 98 km dibin serweriya Tirkiyê de hiştibûn. Li vir hemû koasliyon û hêzên navnetewî di nava pêşbirekê de ne. Tû vîn û radeya rejîma li vê herêm mirov dikare bêje tûne ye. Rûsya jî li gorî daxwaz û projeyên xwe êrîşên de bi rêxistin dike.
Di civînên Cenevre de jî weke gava yekemîn biryar hatibû girtin ku di navbera komên çekdar û rejîmê de agirbestek were îlan kirin, armbargo were rakirin û alikariya mirovî were dayîn. Lê Rûsya ev yek qebûl nekir û metirsiya komên terorîst anî ziman û şerê dijî terorîstan were domandin. Hêzên koalisyonê yên navnetewî komên Ehrar Şam, Eniya Îslamî û hwd wekî artêşa Azad dibînin. Li vir Cehbet El- Nusra jî gelek herêm weke dewrê van koman kirine û dixwazin bidin xuyakirin El-Nusra li vê herêmê ne ma ye. Pêşketinên dawî yên li Helebê çêdibin dikevin çarçoveya civîn û nîqaşên Cenevreyê de ye. Ew der herêmek giringe.
‘Tû projeyên Rûsya û Koalisyonê ji bo Sûriyê tûne’
Di hindirê Sûriyê de kijan hêz çiqas coxrafya yan jî erd bêxe destê xwe de ewqasî jî li Cenevreyê dibe xwedî hêz û axavtin. Hedef û armancên Rûsya di Sûriyê de dixwaze sistema navendî ya rêvebirinê bimîne. Dîsan ev navend ji Şamê were rêvebirin. Lê Rûsya Rêvebirinek pirr rengî, Xweserî û Federal na fikire. Rûsya dixwaze rejîmê bi hêz bike û vegerine mîna berê. Çand û rengên li Sûriyê di hindirê Meclîsê de bide qebûl kirin. Tû projeyek Rûsya û koalisyon ji bo aloziya Sûriyê tûne ye. Ji ber vê yekê Rûsya xwe mafdar dibîne ku rejîm vegere weke şeklê berê. Ji ser vê bingehê Rûsya dixwaze derdora Helebê, Îdlib, Ezaz bixwe bin hegemoniya xwe. Sûriye bi alikariya Rûsya ber bi pêşde diçe û herî dawî jî rêya navnetewî xiste bin kontrola xwe de.
Ev hêzên navnetewî û koalisyon bê projeye, lê çima projeya MSD’ê ya ku hemû gelê herêmê û Sûriyê hembêz dike ji aliyê raya cîhanê ve berçav nayê girtin?
MSD’e xwedî projeyekî ku hemû gelê herêm digra nava xwe û wan hembêz dike. QSD’e ya hêza leşkerî ya MSD’ê de di hemleya bajarokê Holê û Bendava Tişrîn li ser rûyê erdê de xwe îspat kirin. Dîsan hêzên ku di nava QSD’ê de yên weke; YPG, YPJ, Burkan El-Firat, El-Ekrad, Cehş Siwar yên ku hindirê Sûriyê de karin xwe ji bin bandora hêzên derve û hêzên weke Artêşa Azad xwe biparêzin. Her wiha kesê û aliyên ku di nava MSD’ê de cihên we digirin kesên welatparêzin û hindirê Sûriyê de derneketin.
Rejîm vê projeya MSD’ê naxwazin, koalisyona Niştîmanî ya Sûriyê ku cihê xwe di nava civîna Riyada de girtine mirov dikare bêje tenê derdora wan komên çekdarî yê suunî mane. Ev hêzên suunî jî çareseriyek li gorî şêwazê îslamî û şerîetê didin ferz kirin. Projeyek ya Riyada ji bo Sûriyê tûne ye.
‘MSD’e bi devokî qebûl kirine, lê fermî ji raya giştî re eşkere nakin’
Rûsya çi dixwaze, raste rast nabêje ez MSD’ê qebûl nakim. Bi insiyatifa Rûsya dû kongre çêbûn. Di civîna Qahire de Rûsya rol leyîst. Rûsya dixwest di van civîna de tiştek yan jî encamek derkeve, ji vanh herdû kongreyan jî tiştek derneket. Lê Rûsya dixwaze MSD’ê bikişîne aliyê xwe û MSD’ê weke aliyê rejîm bide diyar kirin. lê hêzên koalisyonê ya navnetew ji bo Tirkiyê tevlîbûna MSD’ê ne xwestin. Bi awayek raste rast ji MSD’ê re ne gotin hûn tevî Cenevre nabin, lê diyar kirin ku di civînên pêş de wê MSD’e cihê xwe bigre. Bi awayê devokî ji me re dibêjin em MSD’ê û projeya wê qebûl dikin, lê aliyê fermî û raya gîşt re nabêjin projeya MSD’ê projeyak maqûle û ji bo çareseriya Sûriyê tekane rêye. Ne qebûlkirina MSD’ê ji ber ku hindirê vê de gelê kurd heye, dîsan statuya gelê kurd heye, heya mirov dikare bêje lê dayîna qebûlkirina statuya bakûrê Sûriyê heye. Ji ber vê yekê nikarin bi awayek zû bêjin erê.
‘Alozîya Sûriyê wê heya 2025’an bidome’
Hêzên navnetewî hesabê xwe tenê ji bo Sûriyê na, ji bo tevahî Rojhilat navîn dikin. Di hindirê Sûriyê de şerê cîhanê yê sêyem tê meşandin û hêzên navnetewî ne tenê ji bo Sûriyê ji bo tevahî Rojhilata navîn xwedî projeyên cûda ne û Sûriye jî beşek ji parçeya vê ne. Di dizaynkirina Rojhilata Navîn de dixwazîn di zikhev de destwerdanek çêbikin. Li gorî nêrîna me wê ev alozî heya 2025’an bidome. Çima heya wê demê? Ji ber ku hevpeymana Lozanê wê demê wextê xwe yê 100 salî temam dike. Li ser esasê berjewendiyê xwe hêzên navnetewî porjeyên xwe datînin û radikin. Wê ev aloziya heyî kurtir bibe. Di van rewşan de kesên xwedî proje û bi hêz dikarin ser bikevin. Ji ber ku MSD û QSD’e xwedî projeyên mezin û xwedî coxrafiyekê ne di hindirê Sûriyê de dikarin bibin muxatabên yekemîn. Bê wê jî tû çareserî nabe.
Piştî van şerên li derdora Helebê û şikestina komên çete, mirov dikare bêje muxatab kê ne?
Beriya niha jî me digot tû muxalefet tûne. Qala komên çekdar yên dedor Helebê dikin, dîsan projeya Emerîka ya ku bigre û perwerde bikin, ev kes hemû bi çekên xwe ve çûn tevlî El-Nusra bûn. Dema destpêkê EL-Nusra dijî YPG’ê kete nava şer û piştî wê DAIŞ hat komên muxalefet yên bi navê artêşa azad neman. Muxalefeta ku li derve temsîla van hêzan dikin, ji ber ku nikarin kontrol bikin û di gotin wan de nameşin, lewra ji nikarin derbarê van koman de tû biryaran bigrin.
‘Di hindirê Sûriyê sê hêzên serek hene’
Niha jî hêzên çekdar yên hindir Sûriyê de şer dikin, Rejîm bi piştgiriya Îran, Hizbullah û Sûriyê şer dikin, Hêza QDS’ê û yan jî DAIŞ-El Nusra heye. Ji derveyî wan tû hêzên din em nikarin behsa wan bikin. Hêzên din yên ku her çîqas navên wan jî hebin lê dibin bandora El-Nusra de ne.
Giringiya Helebê çiye û çima evqas hêzên derve û navnetewî ser disekinin?
Ji ber ku Heleb ser sînorê Tirkiyê ye, dîsan gelek miletên cûda derdora Helebê dijîn. Kijan hêzê bikaribe derdora Helebê û Heleb bike bin kontrola xwe de, wê di muzakereyên li ser Sûriyê de bibe xwedî bandor. Hêzên navnetewî û koalisyon pêwîst vê tiştê bizanibe, me pêşyar ji koalisyonê kir weke MSD û QSD’ê van herêm û derdoran ji destê rejîma û çeteyan bigrin. Koalisyon jî di wext û demê wê de biryarek ne dan. Bandorbûn û pêşdeçûna Sûriyê van herêma de ne başe û tiştek erênî ye. Piştî ku rejîm her ku pêşde çû û xurt bû, wê her kesê hesabê vê bike.
ANHA