"Tu qîmeta te tune ye Ozel"
Ji Demîrtaş bo Necdet Ozel: Tu qîmeta te tune ye
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş bersiv da daxuyaniya “Em perwerdehiya bi Kurdî napejirînin” a Serfermandarê Tirk Necdet Ozel û got; “Hezeretî Paşa radibe û fermanan dide. Ridbeya te orgeneral be jî, tu ji bo me berbazekî. Vê wiha bizane. Bi qasî misqala zêrê qîmetê te tune. Jixwe tu rewatiya Serokwezîr tune ye, em te jî qet nas nakin.”
Di çalakiya ku di çarçoveya bûyîna endamên BDP’ê de ya ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Sûltanbeylî ya Stenbolê ve li Salûna Dawetê ya 2000’ê hate lidarxistin de, Hevserokê BDP’ê Sehatttîn Demîrtaş, endam û rêveberên meclîsa bajêr û partiyê, bi sedan ciwan û jin amade bûn. Di şahiyê de dirûşimên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re hatin qêrîn. Her wiha Agirê Jiyan û Hozan Beşîr konser dan.
Demîrtaş axivî û bang li dayîkan kir; “Herî zêde we êş û jana şer kişand. Kêm ma. Dê tengezarî bi dawî bibin. Dê êş kêm bibin.”
DORA MAFÊN ME YE
Demîrtaş got; “Hêza li hemberî me, ne hêzek ji rêzê ye” û diyar kirin ku 80 sal in Kurd ji bo hebûna xwe bidin qebûlkirin têdikoşîin. Demîrtaş got; “Hebûna me înkar dikirin. Me hebûna xwe bi wana da qebûlkirin. Niha jî mafên me înkar dikin.” Demîrtaş got; “Zimanê mirov rûmeta mirov e” û diyar kir ku înkarkirina ziman tê wateya înkarkirina nasnameyê.
Demîrtaş ; "Tevgera azadiya Kurdan navê serhildanê ye. Mazlûm Dogan, Hayri Durmuş, Kemal Pir û Abdullah Ocalan li hemberî vê qûretiyê rabûn. Çima serê me bilind e? Ji ber ku em li hemberî qebedayiyan rabûne. Em mafdar in, gel in. Ew dê winda bikin. Demîrtaş diyar kir ku ji ber ku Kurd ji bo mafê xwe têdikoşin ew weke “terorîst” têne binavkirin û got; "Yê ku vê yekê dike navê wan terorîst e. Navê ya me tekoşîna azadiyê ye.”. Demîrtaş bal kişand ser qedexekirina ziman û çanda kurdan û diyar kir ku warê Kurdan ne çol e, xwestin Kurdan ji Kurdistanê vebiqetînin û asîmle bikin.”
EM TE NAS NAKIN!
Demirtaş bersiv da daxuyaniya “Em perwerdehiya bi Kurdî napejirînin” a Serfermandarê Tirk Necdet Ozel û got; “Hezeretî Paşa radibe û fermanan dide. Ridbeya te orgeneral be jî, tu ji bo me berbazekî. Vê wiha bizane. Bi qasî misqala zêrê qîmetê te tune. Jixwe tu rewatiya Serokwezîr tune ye, em te jî qet nas nakin.”
BERXWEDANA OCALAN DÎROKÎ YE
Demîrtaş, ragihand ku zêdetirê 5 mehan e bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin tê astengkirin û domand: "3,5 milyon mirovan Ocalan wekî vîna xwe ya sîyasî dît. Ew daxwazname hêj di depoya meclîsê de tên ragirtin. Divê ev pêkanîn li hemberî van mirovan neyê kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. 12 sal in di nava dîwarên betonî de tê ragirtin. Em berxwedana ku 12 sal in di nava 10 metreyan de te kirin silav dikin. Em ê bibin dengê berxwedana Ocalan. Ev gel qet û qet dê têk neçe"
Demîrtaş, komkujiya Roboskiyê jî şermezar kir û anî ziman ku dewlet û hikûmet ji bo çavê gel bitirsîne ev komkujî pêk anîye û wiha bi dawî kir: "Tu hêz ji hêza gel xurttir tune. Gel tê bi hêz û têkoşîna xwe her tiştî vala derxe."
Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak jî anî ziman ku ew dê fînala kampanya "Ez xwe îxbar dikim di 27'ê çileyê de li Stenbolê bidin."
ANF NEWS AGENCY