1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Tu îtîfaq ji bo hatina pêşmergeyan nîne"
"Tu îtîfaq  ji bo hatina pêşmergeyan nîne",tu,îtîfaq,ji,bo,hatina,pêşmergeyan,nîne

"Tu îtîfaq ji bo hatina pêşmergeyan nîne"

Kordînasyona sê kantonan: Tu îtîfaq ji bo hatina pêşmergeyan nîne

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Kordînesyona Meclîsên Rêveber ê sê kantonên Rojava (Cizîrê -Kobanê û Efrînê) îdayên têne kiririn ku dibêjin Rêveberî û Hikûmeta Başûr derbarê hatina ciwanên Rojava ku li Başûr perwedeya leşkerî dibînin, derewand.

Kordînesyona Meclîsên Rêveber ên Sê kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrînê) bi daxuyaniyekê îdayên têne kirin ku dibêjin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo hatina hin ciwanên Rojava ku ji aliyê PDK’ê ve têne perwedekirin lihevkirina, deriwandin. Di daxuyaniyê de tê gotin tu îtîfaq derbarê mijarê de nehatiye kirin û îdayên têne kirin ji ratiyê dûrin.

Daxuyaniya Kordînasyona Meclîsên Rêveber ên 3 kantonan wihaye: ˮHin saziyên çapemeniyê û malperên înternêtê îda kirin ku di navber Rêveberiya Xweseriya Demorkatî a Rojava û Hikûmeta Başûr derbarê komên pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê lihev kirine ku vegerin Rojava.

Em wekî Kordînesyona Meclîsên Rêveber ên Sê kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrînê) van îdayên têne kirin red dikin û em ji gelê xwe û raya giştî ya kurdî û cîhanî re tekez dikin ku tu îtîfaqeke bi vî renî nîne. Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk û hemû hêzên di bin sîwana wê de wekî YPG, YPJ, Hêzên Asayîşa Rojava, hêzên erka xweparstinê dikarin xak û gelê Roajva biparêzin. em ji hemû birayên me yên Kurdistanê dixwazin ku têkiliyên li ser esasê îhtîrama hevbeş nêzî hev bibin û tu alî mudaxeleyê rewşa hundir a Rojava nebin.ˮ

(dc)

ANHA