1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tugluk: Hemû kesên azadiyê dixwazin di hedefê de ne
Tugluk: Hemû kesên azadiyê dixwazin di hedefê de ne,tugluk,hemû,kesên,azadiyê,dixwazin,di,hedefê,de,ne

Tugluk: Hemû kesên azadiyê dixwazin di hedefê de ne

A+ A-

Piştî serdagirtina DÎHA'yê û binçavkirina rojnamegeran ziyaretên piştgiriyê yên ji bo DÎHA'yê berdevam dikin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, diyar kir ku serdagirtina li dijî çapemeniyê pêkhat darbeya li dijî azadiya çapemeniyê ye û wiha got: "Operasyonên li dijî çapemeniya azad perçeyekî stratejiya AKP'ê ye. Hemû kesên azadiyê dixwazin di hedefê de ne."

Di 20'ê kanunê de li ser fermana Dozgerê 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li dijî DÎHA, Rojnameya Ozgur Gundem, Kovara Modernîteya Demokratîk, Ajansa Etîk û Belvakariya Firatê operasyon pêkhat. Ji ber oiperasyon û binçavkirinan gelek kes DÎHA'yê ziyaret dike. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Heyata KCD'ê, Nivîskar Îrfan Babaoglu, xebatkarên Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwînê, xebatkarên Navenda Çand û Hûnerê ya Dîcle û Firatê, Înîsîtiyatîfa Dayîkên Aştiyê, Ekîba Rêze Filma Ax û Jiyanê û nûnerên Genel-Îş'ê buroya DÎHA'yê ya Amedê ziyaret kirin.

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk di ziyaretê de axivî û anî ziman ku zextên li dijî çapemeniyê darbeyek e. Tugluk, da zanîn ku operasyona li dijî çapemeniya azad perçeyekî stratejiya hikûmeta AKP'ê ya tasfiyeyê ye. Tugluk, bilêv kir ku hemû kesên azadiyê dixwazin di hedefê de ne. Tugluk, destnîşan kir ku çapemeniya azad di salên 90'an de rastî gelek êrîşên dijwar dihatin û gelek rojnamegerên kurd hatin qetilkirin. Tugluk, derbirî kir ku hikûmeta AKP'ê ji kurdan û derdorên muxalîf re dibêje "an hûnê teslîm bibin an jî hûn ji me bin." û wiha got: "Em ne rumeta xwe ne jî heviya xwe winda nakin. Hikumata AKP'ê ya dixwaze desthiladariya xwe bi hêz bike dê winda bike."

'Li hemberî gelê kurd êrîşekî topyekun heye'

Tugluk, diyar kir ku operasyonên pêktên piştî tên hunandin pêktên. Tugluk, bal kişand ser îtîrafên Alîkarên Serokwezîr Beşîr Atalay û da zanîn ku çapemeniya kurd ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hedef hate nîşandan. Tugluk, bilêv kir ku li dijî gelê kurd êrîşekî topyekun heye û wiha got: "Bi tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û operasyonên siyasî û leşkerî topyekûn li dijî gelê kurd êrîşe hene. Li aliyekî çapemeniya alîgir şerê psîkolojîk di meşîn e û li aliyê din jî pêkanên dijhiqûqî bêktên."

Hûnermend û xebatkarên navendên Çand û Hûnerê yên Cegerxwîn û Dîcle û Firatê û endamên Înîsîtiyatîfa Dayîkên Aştiyê DÎHA ziyaret kirin. Di ziyaretê de operasyona hate şermezarkirin û ji bo piştgiriyê ya dikeve ser milê wan dê bikin anîn ziman.

DÎHA (ft)