Tuncel: Em dest ji kolanan bernadin
Rûken Adali Parlementera BDP’ê ya Stenbolê û Hev Berdevka HDK’ê Sebahat Tuncel diyar kir ku di 1’ê cotmehê de dema Meclîsa Tirkiyeyê vebû, dê karê meclîsê yê pêşî “derbaskirina tezkereyê be” û got; “Li gel 1’ê Cotmehê dê li Tirkiyeyê siyaset paşdetir biçe.” Tuncel destnîşan kir ku di Meclîsê de dînamîka demokrasiyê enê parlementerên Eniyê ne û got; “Em mûxalefeta demokratîk xurt bikin, dest ji kolanan bernadin. Ji ber ku kolan ên kê bin, desthilatî jî ya wan e. Niya dem hatiye ku hêzên demokrakratîk xwe li kolanan nîşan bidin.”
Parlementera BDP’ê û Hev Berdevka Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Sebahat Tuncel destnîşan kir ku Meclîs dê bi pêvajoyeke pir aloz de vebe û got; “Dê yekem karê meclîê gotûbêjên li ser tezkereya şer be. Di vê mijarê de nêzîkatiya AKP, CHP û MHP’ê heman e.”
‘EM ÊDÎ GIHIŞTINE ASTA BIRYARDAYÎNÊ’
Tuncel da zanîn ku êdî gihiştine asta biryardayînê û got;"Alîgirê aşitiyê bin, an jî dê alîgirê dijwarkirina şer bin? Lê pêkvanîn û kiryarên heta roja îro tê dîtin ku şer çêtir hatiye dîtin.”
Tûncel helwesta CHP’ê jî rexne kir û got; “CHP karê xwe yê mûxalefetiya serke bi cih nayne û wiha domand; “CHP hewl dide li ser esasê dijberiya AKP’ê qada xwe berfireh bike, lê ew nagihin tu cihî. Bi taybet helwesta wê ya li hemberî pirsgirêka Kurd, mînak, hevdîtinên Osloyê... CHP gotiye ger PKK çekan deyne, bila hevdîtin bidomin’. Jixwe tişta AKP û CHP li ser hevpar in çekdanîna PKK’ê ye."
'YEKANE DÎNAMÎKA DEMOKRASIYÊ WEKÎLÊN ENIYÊ NE'
Parlementera BDP’ê ya Stenbolê û Hev Berdevka HDK’ê Sebahat Tuncel diyar kir ku di meclîsê de yekane dînamîka demokrasiyê parlementerên Eniyê ne û got; “Hewl didin bi rakirina mafê destnedanê parlementerên Eniyê bê fonksiyon bihêlin. Her tim weke ku şûrê Demokles li ser serê me be dibêjin ‘em ê destnedana we rakin” û gef li me dixwin. Ji vê dê ew bi xwe ziyanê bibînin. Weke hevserokê me gotiye, li ku zirav e, bila li wir biqete.”
'EM HÊZA XWE BIKIN YEK'
Tuncel da zanîn ku dê di meha cotmehê de Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) partî ava bike û wiha axivî; “Em weke HDK’ê ji bo xurtkirina eniya muxalefeta demokratîk, di nava salekê de me xebatên berfireh meşand. Em ê di mijdarê de jî civata xwe ya giştî bicivînin. Ji ber wê jî ji bo me pêvajoyeke girîng dest pê dike. Li aliyekê destwerdana polîtîkaya rojane, li aliyeke din ji bo em dahatûya xwe bi dest bixin, em xebatan dimeşînin. Careke din em hemû hêzên demokratîk, yên ji rejîmê nerehet, dikin ku beşdarî têkoşîna hevpar bibin. Em dahatûya xwe bi hev re diyar bikin. Em ji bo demokrasiyê hêza xwe bikin yek.“
ANF NEWS AGENCY