Tuncel: Enqere bûye navenda faşîzmê
Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel got; “Serdegirtina mala Leyla Zanayê bi awayeke giştî peyamek bû ji bo siyaseta Kurdan. Enqere êdî bûye navenda faşîzmê.’’.
Parlementera BDP’ê ya Stenbolê weke axaftvan beşdarî civînek a li mala gel a li Londonê hate lidarxistin bû û bûyerên dawî yên li siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand. Tuncel destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze BDP’ê bihêle derveyê siyasetê û got; “Hemû derdê AKP’ê ew e ku weke sala 1924’ê kurdan li derveyê amadekirina makezagonê bihêle. Dê ji bo girtina partiya me jî bikevin nava hewldanan. Tenê astengiyek li pêşiya wan heye, ew jî BDP ye. Ev yek wana bêzar dike, ji ber ku naxwazin kurdên bi rûmet li hemberî xwe bibînin. Lê êdî Kurd jî ne kurdên berê ne. Ger Kurd ji siyaseta Enqereyê cûda bibe, dê encamên pir giran ji bo hemû Tirkiyeyê bi xwe re bîne.”
Tûncel bal kişand ku polîtîkaya hikûmeta AKP’ê ya şerxwaz, pirsgirêka Kurd ber bi çaresernekirinê ve dibe û diyar kir bi taybet gotinên Serokwezîr pir êrişkar in. Tûncel got; “Tişta ku wana li Tirkiyeyê kiriye, li ber çavane, îcar radibe dersa demokrasiyê dide Rojhilata Navîn. Ger tu ji yeke din re dibêjî zilmê li gelê xwe neke, divê tu jî li gelê xwe zilmê nekî. Erdogan dibêje ‘ di dema hikûmeta me de polîtîkayê înkar û îmhayê rabûne’. Ev yek bi xwe li li xwe mirkûrhatin e. Ev yek nîşan dide ku înkar û îmha berdewam dike. Mubarek, Esad û Qeddafî dostên qenc ên Erdogan bûn. An dê Erdogan xwe biguherîne, an dê tişta hate serê dostên wî, dê bê serê wî jî. Dibe zalim heta demek dirêj li ser desthilatiyê bin, lê dîrok alîgirê bindestan e."
‘CHP PIŞTGIRÎ DIDE FAŞÎZMA AKP’Ê’
Tûncel der barê helwesta CHP’ê ya di vê demê de jî got; “Tu partiyên sosyal-demokrat ên ku piştgirî nedin perwerdehiya bi zimanê zikmakî tune ne. Lê mixabin di vê demê de, CHP ji aliyê çepê ve piştgirî dide faşîzma AKP’ê. Pirsgirêkên ku carna di nava wan de çêdibin, ne têkiliya wan a rast e, ev yek tişteke teknîkî ye. Kiliçdaroglû radibe diçe sersaxiya Qilabanê, lê di rastiyê de yên ku destûra tezkereya dersînor û rabûna wan balafiran dane AKP, CHP û MHP ne."
LI TIRKIYEYÊ HEJARÎ BÛYE PARA KURDAN
Tûncel bal kişand ser qetilkirina 35 kurdên ku li Qilabanê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin û got; “Kes der barê aliyê civakî yê komkujiya li Qilabanê de titşek negot. Lê rastiyek heye ku hejarî bûye para Kurdan. Li Tirkiyeyê hem hejar û hem jî çîna karker kurd in. Lê hikûmet li şûna çareserkirina vê pirsgirêkê, di hilbijaritnê de tiştan belav dike û hejariya me li hemberî me bi kar tîne."
Tuncel der barê kurdên li Ewropayê dijîn de jî got; “ Her çendî Ewropayê jimareke zêde ya Kurdan heye, lê weke Filistînî û Ermeniyan lobiyek xurt a me tune ye. Divê em tiştên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin, her tim bîni rojeva Ewropayê. Divê em rola dewletên Ewropayê yên di vê şerê qirêj de nîşanî gelên Ewropayê bidin."
ANF NEWS AGENCY