Tundiya li dijî jinê bi zêdehî dewam dike
NAVENDA NÛÇEYAN 08.03.2014 07:00:01 Îro Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ye. Tevî hişmendiya maf a li gel jinê bi pêş ketiye û sererastkirina qanûan jî, tundî, destdirêjî û destavêtina li hemberî jinan mîna duh îro jî bi zêdehî dewam dike. Ol û kevneşopî, navgînên herî zêde li dijî jinê tên bikaranîn e.
Li cîhana ji 7 mîlyar nifûsî, her saniyeyê 4 zarok tên dunyayê. Di roja me ya îro de li berberî 100 zarokên keç 107 zarokên kur tên dunyayê. Sedema vê yekê jî, bi bandora gelek kevneşopiyan re; ji zarokên keç zêdetir zarokên kur tên tercîhkirin. Bi taybetî li Çîn a ku qanûna yek zarokî/ê û li Hîndîstana ku di dema zewicandinê de neçare qelenê zaroka keç bide, tevî ku qedexe ye jî pêkanîna kurtajê serdest e.
BI TENÊ LI EWROPAYÊ BI DEH MÎLYONAN JIN MEXDÛRÊN TUNDIYÊ NE
Gelek saziyên mîna Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) jî, balê dikşînin tundî û zexta li gelemperiya cîhanê li dijî jinê tê kirin. Li gorî lêkolînek çend roj berê ji aliyê Ajansa Mafên Bingehîn a Yekitiya Ewropayê (FRA) ve hat weşandin, hejmara jinên li Ewropayê rastî tundiya fîzîkî, zayendî û psîkolojîk tên bi deh mîlyonan tê ziman.
OL Û KEVNEŞOPÎ WEKE NAVGÎNA ZEXTÊ TÊN BIKARANÎN
Wekî din li welatên lê kevneşopî û nirxên olî lê serdest e, bi taybetî nirxên olî ji bo mêr jiyaneke bi dilê xwe li ser jinê ferz bikin, tên bikaranîn. Jin li welatên Misilman ên mîna Îran, Pakîstan û Sûdanê, li welatên Amerîka Başûr ên baweriya Katolîk bi nirxên kevneşop re bûne yek û li welatên Asyayê rastî gelek zordariyan tên.
Li gorî Amnesty International, tundiya li dijî jinê bipêkirina herî zêde ya mafên mirovan a li gelemperiya cîhanê ye. Li herêmên lê şer hene jî tundiya zayendî weke parçeyek ji şerê navbera gelan tê bikaranîn. Amnesty diyar kir ku destavêtin û destdirêjiya li dijî jinê li gelemperiya cîhanê gelekî zêde ye û ji bo vê yekê jî destavêtina komî ya li Hîndîstanê par rû da, mînak nîşan da.
ROJÊ 6 HEZAR JIN TÊN SUNNETKIRIN
Pêkanîneke din a derveyî mirovahiyê ya li dijî jinê jî sunnetkirina jinê ye. Li gelemperiya cîhanê ji 120 hezar 150 mîlyon jin dibin mexdûrên vê yekê. Rojane 6 hezar qurbaniyên nû li vê zêde dibin. Ji ber sunneta jinê, gelek keçên ciwan bi birîndariyên ku êdî derman nabin re rû bi rû dimînin û jiyana wan a zayendî ya dema pêk tê qetilkirin. Bi taybetî sunneta jinê ya li parzemîna Afrîkayê li Ewropayê bi awayê îllegal dewam dike.
FÛHÛŞ NAVGÎNA TALANÊ YA CÎHANA NÛJEN E
Fûhûş jî, weke qadên talankirina jinê ya sedsala 21'an, derdikeve pêş. Bi tenê ji bo Ewropayê salê nîv mîlyon jin ji bo bi zorê di sektora fûhûşê de bên bikaranîn tên anîn. Jinên ji welatên Rojhilatê Ewropa, parzemînên Afrîka û Asyayê bi hêviya xebatê tên Ewropayê, dibin hedefa şebekeyên fûhûşê.
Bi mîlyonan jinên ji ber sedemên aboriyê neçar mane welatê xwe biterikînin neçar dimînin ku vê navgîna guhertî ya mêtîngeriyê ya 'cîhana nûjen' nas bikin.