1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Turk: Dora siyasetmedaran e
Turk: Dora siyasetmedaran e,turk,dora,siyasetmedaran,e

Turk: Dora siyasetmedaran e

Turk: Gerîlayan peywira xwe bi cih anî dora siyasetmedaran e

A+ A-

ANF-WAN Rêxistina BDP û KCD'ê di çarçoveya xebata "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" de li navçeyên Erîş Bêgirê û Çardarênê yên Wanê civinên gel pêk anîn. Civîn wekî mîtîngan bi girseyî pêk hatin. Di mîtîngan de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk diyar kir ku HPG'ê peywira xwe bi cih anî û wiha got: "Êdî dor dora siyasetmedarên kurd û tirk in. Dora gel e. Ger ku em li pêşeroja xwe bifirin wê demê divê em li pêvajoyê xwedî derkevin. BDP û KCD'ê di çarçoveya xebata "Pêvajoya Çarseriyê" û silogana "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" civinên gel li tax, gund û navçeyan berdewam dike. BDP'ê û KCD'ê îro li herêma navçeyên Erdîş, Beygîrî û Çardêranê yên Wanê civînên girseyî pêk anîn.

Di nava heyetê de Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Parlamenterên BDP'ê Ozdal Uçer, Adîl Zozani, endamên Meclisa BDP'ê Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, endam û rêveberên saziyan amade bûn. Karwanê heyeta BDP'ê û KCDê ewil çûn navçeya Erdîşê. Piştre derbasî navçeya Çardêranê û herî dawî derbasi navçeya Bêgiriyê bûn.

Heyet li her navçeyê ji aliyên hezaran kesan ve bi alên KCK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK'ê bilind kirin û pankartên "Aştiya be şer û bê çek hema niha" û "Aştiya bê Ocalan nabe" û "Gel dê bi gerîlla bireve aştiyê" vekirin. Di civinan de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de banga dîrokî kir û wiha got:

"Di vê pêvajoyê de Birêz Ocalan û hêzên PKK'ê bedelên giran dan. Gerîlla bi fedekariyek mezin peyvira xwe zêdetir pêk anî. Niha dor a siyasetmedarên kurd û tirk in. Gelê kurd li gel hemû zext û zordariyan di ber xwe da û li doz û mafê xwe xwedî derket. Divê gelê kurd bêtir xwe bi rêxistin bike û li doza xwe xwedî derkevin. Divê em êşên berê li pey xwe bihêlin û li gorî peyama Birêz Ocalan tev bigerin. Divê siyasetmedar bêtir li têkoşîna siyasî xwedî derkevin. Heyet piştre derbasî Çardêranê û Bêygiriyê bû û li vir ji bi heman rengî hatin pêşwazîkirin. Livir jî heman axaftinên der barê pêvajoyê de hatin kirin.


Bêjeyên Miftehî