1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Turk: Eger ciwan bûma ez niha li Kobanê bûm
Turk: Eger ciwan bûma ez niha li Kobanê bûm,turk,eger,ciwan,bûma,ez,niha,li,kobanê,bûm

Turk: Eger ciwan bûma ez niha li Kobanê bûm

"Eger ciwan bûma, ezê biçûma Kobanê û li nava refên gelê xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê minê şer bikira."

A+ A-

SEDAT SÛR - MÊRDÎN 09.07.2014 10:38:41 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li dijî Kobanê nirxand û got, "Eger ciwan bûma, ezê biçûma Kobanê û li nava refên gelê xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê minê şer bikira." Turk da xuyakirin ku Kerkûk ji bo Kurdan tê çi wateyê divê Kobanê jî bê heman wateyê. Turk bang li PDK û hemû rêxistinên Kurdan kir ku cudahiyên xwe yên îdeolojîk û siyasî deynin aliyekî û destekê bidin berxwedana Kobanê.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk got, "Weke kesekî ku di tevahiya emrê xwe de li dijî çekê û dijwariyê derketime, eger rewşa min a tenduristiyê baş bûya û emrê min ciwan bûya ezê biçûma KObanê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên qetlîemkar, minê li nava refên gelê xwe cih bigirta." Turk da xuyakirin ku DAIŞ ji bo gelekî tune bike hovîtiyê dike û ji bilî parastin û berxwedana li dijî vê hovîtiyê tu rê nemaye.

‘LI SER SÎNOR DAYÎNA DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ TÊRÊ NAKE’

Turk diyar kir ku têkçûna Kobanê tê wateya têkçûna hemû parçeyên Kurdistanê û destnîşan kir ku Kurd li Kobanê rûmeta xwe diparêzin, lê cîhan li pêşberî êrîşên çeteyan ên li hemberî Kurdan bêdeng e.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk da zanîn ku divê çalakiyên li Bakurê Kurdistanê êdî daxuyaniyên çapemeniyê û asta destekkirinê derbas bikin û got, "Pêwîste ji bo Kobanê projeyên cuda bên afirandin. Divê her kes di parastina Kobanê de cih bigire."

‘KERKÛK KOBANÊ YE, KOBANÊ KERKÛK E’

Turk da xuyakirin ku Kobanê ji bo Kurdan bi qasî Kerkûkê girîng e û bang li Kurdên li çar parçeyan siyasetê dikin kir ku di nava yekitiya neteweyî de tevbigerin.

Turk diyar kir ku tê xwestin Kurd li Kobanê bên qirkirin û anî ziman ku tevî vê rewşê jî ew bêdengiya rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdan fêm nake, ev bêdengî bi tu awayî nayê ravekirin.

Turk ragihand ku cudabûna siyasetê nabe sedema bêdengiyê û got, "Feraseteke bi vî rengî êdî Kurd qebûl nakin. Eger li cihekî gelê te tê qetilkirin, tuyê li wir be û gelê xwe biparêze. Di ola me de jî ev bi vî rengî ye, eger li deverekê zilm hebe û eger hûn li pêşberî vê zilmê bêdeng mabin, hingî hûn hevparê vê zilmê ne. Kes nikare gunehê hevparbûyîna li zilma li gelê xwe hilgire ser milê xwe."

Turk herî dawî got, "Kobanê Kerkûk e, Kerkûk Kobanê ye" û bang li tevahiya Kurdan kir ku di nava feraseta yekitiya neteweyî de bi hev re li ber xwe bidin.