Turk: Tirkiye divê derbasî heremên xweser bibe
Komxebata "Xweseriya Demokratîk" ku ji hêla Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve hatiye organîze kirin, desk pê kir. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axaftina vekirinê kir û got: "Şeklê rêveberiye navendî û burokratîk tu caran li Kurdistan û Anatoliyayê nehatiye pejirandin. Komara Tirkiyeyê jî ji bo xwe-rexnedayîn dema borî yên despotîk divê derbazî makezagoneke nû ya sivîl û herêmên xweseriya demokratîk bibin"
Komxebata "Xweseriya Demoratîk" a KCD'ê li Salona Men û Zîn a Kompleksa Sumerparka ya Amedê dest pê kir. Di komxebatê de sernavên wekî "Rêxistirina Xweseriya Demokratîk, pêk hatine meclîsên bajêr", "Bi dewletê re dê têkiliyeke çawa bê avakirin", "Statuya wê ya zagonî", "Modela pêşdîtinê ya civakî" , "Rewşa ewlehiyê ya civakî ", "Ziman û çand" dê bên nîqaşkirin. Di komxebatê de Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevserokê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, nivîskar Mehmet Altan, Alîkarê Mustesarê MÎT'ê yê qetawîtbûyi Cevat Oneş, Rojnamevan - Nivîskar Alî Bayramoglu, Rojnamevan Oral Çalişlar, Nivîskar Sirri Sureyya Onder, Rojnamevan û Lêkolîner Ayşe Hur, Nivîskar Altan Tan, Rojnamevan Huseyîn Aykol, Rojnamevan Ayhan Bîlgen,emdamê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz û gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar beşdar bûn. Şaredarê Amedê Osman Baydemîr bi kurdî xêrhatine, "Hûn bi xêr hatin qedîm" kir. Piştre Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk dora axaftinê girt.
'Divê dest bidin nivîsandina dîrokî ya alternatîf'
Turk, wiha axivî: "Ji bo aştiyê demokratîkbûyînê em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin. Em di pêvajoyeke ku çek bêdeng bûne û ku xwîn sekîniye. Aştî û azadî qasî nan û avê ji bo welatê me pêwîste. Divê em sedemên şer bi zanyarî derxin holê bi civakê re parve bikin. Dîroka ku hînî me kirine divê em ji nû ve bi awayekî alternatîf binivîsinin. Divê bi nîqaş û pêşniyarên wêrek mafên kurdan, hiquqa civakên cuda yên ku hatine perçiqandin û di vî warî de civakê ronî bikin. Ez bawerim ku bi vê komxebatê em dê mijarên ku heta niha me nikariye bi wêrekî nîqaşkirine dê nîqaş bikin. Bi nîqaişan em dê maf û hiquqê derxin holê".
Turk, balkişand ser têkoliyên kurd u tirkan ên dîrokî û wiha domand: "Ji Melezgirî heta bilindbûna dewrê osmaniyan, li wir heta şerê rizgariyê em vê yekitiya strajîk dibînin. Çi dibe piştî salên 1925'an pê ve derket holê. Ewilê kurd li hemberî hemû komên bawerî û etnikî yên cuda siyaseta tunekirinaê înkarê ket dewreyê. Di navbera salên 1919 û 1925'an ci qewimiye ji hêla me hemûyan ve nayê zanîn"
'Di felsefeye avakirina komarê de xweserî û piranî esas bû'
Turk, nêzîkatiya hin kesên ku wekî tegehên Xweseriya Demokratîk ji nû ve hatiye îcad kirin, rexne kir û wiha domand: "Lê beşdarbûna demokratîk û piranî di Meclîsa Yekemîn de bingehên esas bûn. Di felsefeya avakirina komarê de piranî û xweserî esas bû. Bi vegotina berê digotinê muxtariye. Mustafa Kemal di gelek axaftinê xwe de Xweseriya Kurdistanê û biratiya kurd û tirkan bi lêv kiriye. Di vê noqteyê de çend pirsên me hene Di nava çend salan de çi qewimî ? Lîstikên çawa yên destihatdariyê ketin dewreyê?Tu kes li hemberî vê rewşê derneket? Rêvebereke çawa ya ceberût bû desthilat ku heta niha em nikarin bi azadî li ser van meseleyan biavivin?Çawa çêbû ku feresateke yek ziman, yek nîjad, yek ol û dewlete netew derket holê? Divê em bersiva van pirsan bidin".
'Şeklê rêveberiya navendi li Kurdistanê û Anatolia'yê nehatiye qebûl kin'
Turk pirsa, "Di salê 30 û 40'î de cendereya faşîzmê ji welatê me û gelê me çi têk bir?" û gotina Yaşar Kemal a "Di wan s alan de kesekî ku ji destê cendermeyan lêdan nexwariye tunebû" bi bîr xist. Turk, wiha pêl da axaftina xwe: "Şeklê rêveberiya burokratîk û navendî, li welatê me yê hevpar Kurdistan û Anatolia'yê tu car qebûliyeta xwe nedîtiye. Lê belê ev 87 sal e pergala otorîter, xwe daye jiyandin." Turk vegot ku di ji bilê makezagoneke demokratîk û sivîl ku Tirkiye ji krîza rejîmê ya ku tê de ye derbixe tune û wiha got: "Hemû derdorên ku aştî û demokrasiyê divê ji bo makezagoneke nû ku hemwelatî û civak xwe di nav de bibînin li hember dewletê maf û azadiyan bi parêzin û ev zarûriye."
'Kurd dixwazin xwesteka wan a Komara Demokratîk û Xweseriya Demokratîk were cih'
Turk, diyar kir ku gelê kurd xwedî hêjmareke zêdeye û di heremê jî jî bi piraniye kurd in û wiha domand: "Kurd dixwazin xwesteka wan a Komara Demokratîk û Xweseriya Demokratîk were cih. Kurd her wiha dixwazin di qada aborî, nasnameyî, çandî û civakî de beşdarê rêvebiriyê bibin û îlkeya ji cihê xwe xwe bi rê ve birin pêk were. Di erdnîgariya xwe de ne tenê ji bo xwe ji bo hemû bawerî û nasnameyên li Kurdistanê ewlehiya makezagonî dixwazin. Û vê yekê jî wek mafekî xwezayî dibînin. KCD, de derbarê epirsgirêka Tirkiye'yê yî herî mezin a kurd wek çareserî pêşniyariya modela Xweseriya Demokratîk kiriye. Em vê modelê ji sala 2008'an û vir ve diparêzin û nîqaş dikin. Gerek di bernameya DTP'ê gerek jî di ya BDP'ê de ev pêşniyarî cih girtiye. Em jî vê pêşniyariya xwe bi hawakî vekirî nîqaş dikin û diparêzin."
'Divê Komara Tirkiyeyê rexnedayina xwe bide'
Turk bilêv kir ku modela xweseriya beşdarî li Ewropa wek xwerexnedayina rejima faşîst derketiye holê û mînakên li cîhanê bi bîr xist. Turk, wiha axaftina xwe domand: "Komara Tirkiye jî êdî divê wek xwerexnedayina demsalên despot bi makezagoneke sivîl û rêveberiya xweseriya demokratîk bixe miriyetê. Em bi demokrasiya diyalojîk bawerin. Ez hêvîdarim nîqaşên me û polîtîkayên ku em dimeşînin eql û hêstên hevpar derbixe holê. Ez hêvîdarim ku bi nîqaşên cesûr û maqûl, modela Xweseriya Demokratîk bi taybetî di pirsgirêka kurd de bi tevahî jî ji bo demokratîkbûna Tirkiye'yê bibe sedem. Ez bi dil û can ji vê yekê bawer dikim."
Piştî axaftina vekirinê, komxebat bi beşên "Li Tirkiye'yê netew-dewlet, nîjadperestî û inşaya pirsgirêkan ji nû ve" û "Ji Osmaniyan ber bi Komara Tirkeye ve guhertin, demokratîkbûn û makezagon" didome.
DÎHA (ay-ag/mae)