1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Turk: Xwezî bi Rejîma Esat
Turk: Xwezî bi Rejîma Esat,turk,xwezî,bi,rejîma,esat

Turk: Xwezî bi Rejîma Esat

Turk: Dîmenên li Amedê xwezî bi Rejîma Esat a Sûriyeyê tine

A+ A-

Hevserokê Kongreya Civak Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, bertek mudaxaleya polîsan a li Amedê da û diyar kir ku dîmenên li Amedê pek hatin, xweziya xwe bi dîmenên Rejîma Esat ya Sûriyeyê tine. Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî diyar kir li hemberi daxuyaniyekê polîs bajar dorpêç dike û helwesta polîsan a li hemberî daxuyaniyê aşkere dibe. Temîrtaş, xwest cîddî nêzî mijare bibe. Polîsan di bûyeran de Berdevkê HDK'ê Huseyîn Bardakçi binçavkirin.

Rêxistina BDP'ê ya Amedê ji bo balê bikşîne ser daxwazên girtiyên PKK'yî û PAJK'î ku 53 rojin di greva birçîbûnê dene, xwest mîtingê pêk bîne. Lê mîtîng ji aliyê waliyê Amedê ve hate astengkirin. Li ser astengiya Walî BDP'ê û KCD'ê xwest li Qada Batikentê daxuyaniyek bi girseyi bide çapemeniyê. Polisan serê sibê Qada Batikentê dorpêç kir û destûr neda girse çalakiyê pêk bîne. Li gel vê yekê dîsa girtê li Qada Batikentê çalakiya rûniştine pêk anî. Hevserokên BDP'ê û KCD'ê û parlementerên BDP'ê, şaredarên BDP'î ku hatin qata Batikentê û çalakiya rûniştinê pêk anîn, piştî mudaxaleya polîsan hatin ber Walîtiya Amedê çalakiya xwe berdewam kirin.

Heyeta BDP'e pişti demekê li ser Riya Batikent û Ofîsê çalakiya rûniştinê çêkir, piştre derbasî ber Walitiya Amedê bûn. Heyeta BDP'ê û KCD'ê ku di navde Hevserokên BDP'e Selahattin Demîrtaş, Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk jî hene li ber Walîtiyê çalakî pêk anîn. Du bûyerên ber Walîtiyê de polîsan mudaxaleyî girsê kir û pozê Berdevkê HDK'ê yê Amedê Huseyin Bardakçi şikandin.

'Walî şer sor dike'

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, bertek nîşanî helwesta Waliyê Amedê Mustafa Toprak da û anî ziman ku bi helwest û sekna xwe gel li şer sor dike. Demîrtaş, anî ziman ku li şûna rê li pêşiya mirinê bigire, biryara qedexeya mîtîngê dide û bêtir aloziyan zêde dike. Demîrtaş, da zanîn ku, li derve her roj mirin çê dibin û ew dixwazin bi van meş û mîtîngan rê li pêşiya mirinê bigirin. Demîrtaş, destnîşan kir ku ew her tim ji bo rê li pêşiya mirine bigirin di nava hewldanan dene û wiha got: "Ji bo mirin bi dawî bibin em meş û mîtîngan pêk tinin. Ji bo em rê li pêşiya mirinan bigirin, em dixwazin bi reyen demokratîk pirgirêkê çareser bikin. Em neçarin ku van mirinan rawestînin. Li gel hemû gavên neyînî em dê gavên erênî bavêjin. Divê hikûmet li hemberî daxazan sist tev bigere. Ne wekî ku serokwezîr diaxive. Tu kes şovê nake. Em dixwazin rê li pêşiya mirinan bigirin. Ger ku Serokwezîr helwesta xwe biguhere û rêya siyaseta demokratîk veke em dikarin rê li pêşiya mirinan bigirin. Kes şantajê nake. Pirsgirêka kurdan a sedsalan heye. Ger ku çalakgerên greva birçibûnê biryarek wisa tund girtibe, divê her kes li ser vê yekê baş bifikire. Amed ji bo daxuyaniyek çapebeniyê tê dorpêçkirin. Dive serokwezir Cîddî nêzî mijarê bibe. Ger ku destûr bidana ku em mîtinge pêk bînin, me dê peyamên çareeriyê bidin. Li vir bazari tune, can heye. Lê mixabin Tirkiye bûye dewleta polîsan. Ev rêbaz şaş e. Divê mirov karibin bi hêsanî mîtîngan pêk bînin û li kolanan daxwazên xwe bînin ziman."

Hevserdokê KCD'ê Ahmet Turk, ji ani ziman ku dema ew li dîmenên Amedê dinerin xwezya xwe bi dîmenên Rejima Esat a Sûriyeyê tînin. Turk, da zanîn ku ligel her tiştî divê aqil û wîjdan derkevin pêş û destûr nedin mirinan. Turk, da zanîn ku wisa bidome ew jî dê li ge hevalên xwe bedena xwe bidin ber mirinê.

Piştî daxuyaniya hevserokan heyeta BDP'ê çûn avahiya BDP'ê ya Amedê. Polîsan jî Berdevkê HDK'ê Huseyin Bardakçi li pey xwe kaş kirin û binçav kirin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî