Turnavaya ji bo şaredaran bi dawî bû
Turnavaya ji bo şaredarên girtî hate lidarxistin bi dawî bû
Turnuvaya ji aliyê Şaredariya Sixkê ve ya ji bo şaredarên girtî hate lidarxistin ya bi navê "Ji şaredarên girtî re azadî" bi dawî bû.
Turnuvaya ji bo şaredarên girtî ji aliyê Şaredariya Sixkê ve hate organîzekirin di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dawî bû. Turnuvaya futbolê ya ji bo Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Şaredarê Artemêtanê Abdulkerîm Sayan, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, Şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler serbest bên berdan bi maça fînalê bi dawî bû. Turnuvaya mehekê berdewam kir di fînalê de Pîramît Spor û Mezopotamya Spor li hev hatin. Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Sixkê Riza Sucaî, rêveberên BDP’ê, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatiyan maça fînalê temaşe kir. Di encama maçê de Mezopotamya Spor, Pîramît Spor 4-2 têk bir û bû yekemîn.
(bd)