'Turnuvaya Azadiya Bekîr Kaya'
Quraya "Turnuvaya Azadiya Bekîr Kaya" ya ji aliyê Belediye Vansporê ve tê organîzekirin a di navbera taxan de pêk tê hate kişandin.
Qureya "Turnuvaya Azadiya Bekîr Kaya" a ku ji aliyê Belediye Vansporê ve di navbera taxan de pêk tê hate kêşandin. Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Alîkara Şaredarê Wanê Gulbahar Orhan, endamên meclîsa şaredariyê, Serokê Belediye Vansporê Nihat Gezîcî û nûnerên saziyan tevlî merasîmê bûn. Wekîlê Şaredar Sabrî Abî, di merasîmê de axîvî û diyar kir ku armanca turnuvayê yek jî çanda sporê pêk bînin e. Serokê Belediye Vansporê Nihat Gezîcî jî wiha got: "2 hefte berê xebatên Mala Piştgiriya Perwerdehiyê pêşniyarek wisa ji me ra anîn û li ser vê yekê me biryara piştgiriyê girt. Pêşniyarek wisa em gelek keyfxweş kirin. Projeya wisa ya li ser navê Bekîr Kaya ji bo me gelek watedar e." Gezîcî, diyar kir ku ji nokteyên hemû gel li hev tên yek jî spor e û wiha axivî: "Hêvî dikim ku ev turnuva dê li gorî navê xwe pêk bê. Hêvî dikim ku weke dê ji Bekîr Kaya û hevalên wî re azadiyê bîne. Di nava 10 rojan de 50 tîman serlêdan kir û di nava wan de serlêdana 28 tîman hate qebûlkirin. Di turnuvayê de dê hemû rêzgerên futbolê derbas dar bin. Turnuva dê di 15'ê tîrmehê de dest pê bike û maça fînalê jî dê li Stadyuma Bajar a Wanê pêk bê."
Tîmên tevlî turnuvayayê dibin
Kurtay Feraşînspor, Şabaniye 82 Spor, Van Barçaspor, Katalanspor, Karakobralar, Botanspor, Real Xaçort, Serhatspor, Panzspor, Raperînspor, Aşîtîspor, Xal û Xarzî spor, Peşmergespor, Azadîspor, Rêberspor, Serhildanspor, Zapspor, Yen-Geçspor, Avaşînspor, Bahozspor, Amaraspor, Zagrosspor, Agîtspor, Mezopotamyaspor, Zagros, Îrademspor, Sihkespor, Egîtspor
(bd/mae)