Turnuvaya ciwanan li Şengalê bi dawî bû
ŞENGAL/ROJNEWS
Turnuvuya ciwanan a futbolê ku 25 Gulanê li çiyayê Şengalê destpê kiribû duh bi dawî bû. leysîtikvanên ku tevlî turnuvayê bibûn diyar kirin ku ciwanên Şengalê birxêstinkirî ne û wiha gotin: “Emê bi turnuvayê rêxistinbûyîna xwe hîn bihêztir bikin.
Operasyonên rizgarkirina navenda Şengalê berdewam dike û ji aliyê din ve xelkê Şengalê di quntara çiyan de jiyana xwe ya civakî û siyasî berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de 25’ê Gulanê li bajarokê Sinunê ku dikeve bakûrê çiyayê Şenglê turnuvaya futbolê ji aliyê Tevgera Ciwanan ve hate organîzekirin. Duh di navbera taximên Xerbatê Qewala û Kersê Zergus lesyîstoka fînalê çêbû.
‘Tişta me tîne gel hev rêxistinbûyîne’
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şengalê Cemal Xidir di merasima bidawîbûna turnuvayê de axaftinek kir û bal kişande ser dirûşmeya ‘Em birêxistinkirî ne û emê rêxistinbûna xwe bihêz bikin’ û wiha got: “Me bi vê dirûşmeyê ji roja 25’ê Gulanê destpê kir û 15 roje turnuva berdewam dike. Bi vê turnuvayê ciwanên Şengalê hevdu nas kirin. Tişta me tîne gel hev rêxistinbûyîne. Em hêvî dikin ji vir û şûnve jî rêxistinbûyîna me bihêztir bibe û em bi vê rêxistinbûyînê Şengalê rizgar bikin. Di vir de serkeftin yan jî sernekeftin girîng nîne. Ya girîng kombûna me ya li vire. Ez ji bo hemû taximan serkeftinê dixwazim.”
‘Ji bo civaka Êzidî werin gel hev pêwîste ciwan birêxistinkirî bin’
Piştî axaftina Cemal Xidir fermandarê YBŞ’ê Rêber Şengal axivî û hêvî kir ku turnuva xizmeta azadiyê bike û wiha berdewam kir: “Organîzasyonên bi vî rengî ji bo ciwanan xwedî girîngiye. Bi taybet di warê hevdu naskirin, rêxistinkirin û yekîtiyê de xwedî girîngiye. Ji bo anîna gel hev a xelkê Êzidî ku piştî komkujiyê belav bûne, pêwîste ciwan birêxistinkirî bin. Civaka êzidî bi vî awayî dikare li ser piyan bimîne û Şengalê rizgar bike.”
‘Em vê turnuvayê diyarî hemû şehîdan dikin’
Duh ber bi êvarê leyîstika di navbera herdu taximan de seat 17:00 destpê kir. Di encam de taxima Kersê Zergus bi 4-3 serket. Ji taxima ku hatiye qezenckirin û teximên din re xelat hat dayîn. Di dawiya turnuvayê de ku xelat hatin girtin Endamê Tevgera Ciwanan Cemal Xidir dîsa mafê axaftinê girt û got: “Em vê turnuyê diyarî hemû şehîdan dikin.”
Turnuva bi kişandina wêneyan bidawî bû.
(ge)