Turunuvayeke fotbolê ya ‘ Şehîd Cûdî Dilovan’ bi dawî bû
TIRBESPIYÊ– Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Tirbespiyê turunuvayeke fotbolê bi navê ” Şehîd Cûdî Dilovan” bi tevlîbûna 4 tîman dan destpêkirin.
Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Tirbespiyê bi tevlêbûna 4 tîmên bajêr” Rojava, Zewra, Biratî û Zemalik” turunuvayeke fotbolê bi navê ” Şehîd Cûdî Dilovan” li stduma Bexçê Mezin lidar xist.
Turunuve rojekê tên bi lîstoka final di navbera Tîmên Rojava û Tîma Zewra dewam kir. Di lîstoka dawî de Tîma Rojava li hemberî tîma Zewra 3-2 bi ser ket.
Tîma Rojava ji aliyê Komîteya Amadekar ve bi kupa lehengê turenuveya Şehîd Cûdî Dilovan hate xelatkirin, ji aliyê xwe ve lîstokvanên Tîma Rojava xelatiya xwe diyarî malbata têkoşer Cûdî Dilovan kirin.
Têkoşer Cûdî Dilovan 11‘gulana 2015‘an de di operasiyona Fermandar Rûbar Qamişlo li gundê Aliya ya Til Temir de jiyana xwe jidest da.
(bb/dc)
ANHA