TUYAD-DER'a Wanê kongreya xwe li dar xist
TUYAD-DER'a Wanê 8'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û endamên rêveberiyê hilbijartin
WAN (DÎHA) - TUYAD-DER'a Wanê 8'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û endamên rêveberiyê hilbijartin.
TUYAD-DER'a Wanê 8'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Wanê li dar xist. Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Parlementerê Wanê Nazmî Gur, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî kongreyê bûn. Piştî hilbijartina dîwanê rêzgirtin pêk hat. Di salona kongreyê de pankrata "Bila girtiyên siyasî terkî mirinê neyên kirin" hate daliqandin. Endamê Meclîsa BDP'ê Îhsan Çoşkun ji serokatiya dîwanê re hate hilbijartin. Çoşkun di axaftina kir de spasî li hemû kesî kir.
Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah diyar kirk u têkoşîna gelê kurd ji ya têkoşînên herî mizin li girtîgehan hate dayîn û wiha got: "Têkoşîna gelê kurd li zîndan û çiyayan hate dayîn û bi bedelên gelek mezin hate vê astê. Têkoşîna di girtîgehan de hate dayîn rolekî mezin ji bo gelê kurd lîst." Parlementer Nazmî Gur jî diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê bi grevên birçîbûnê têkoşînekî gelek mezin hate dayîn. Gur, anî ziman ku bi berxwendan li girtîgehan pêşiya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re muzakere bên kirin vekir.
Piştî axaftinan rapor hate xwendin û sînevîzyon hate pêşandin. Pişt re Ahmet Aygun, Berîtan Aydar, Çetîn Uyar, Nevzat Akbulak, Ayfer Şahîn, M. Emîn Şeker û Celal Demîr ji lijneya rêveberiyê re hatin hilbijartin.
(bd/mae)