1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. TZP Kurdî konferansa "Di sê kuçên birîndar de yekitiya neteweyî" pêk tîne
TZP Kurdî konferansa "Di sê kuçên birîndar de yekitiya neteweyî" pêk tîne,tzp,kurdî,konferansa,di,sê,kuçên,birîndar,de,yekitiya,neteweyî,pêk,tîne

TZP Kurdî konferansa "Di sê kuçên birîndar de yekitiya neteweyî" pêk tîne

A+ A-

09:07 23.04.2014 1 / 3 SAMİ YILMAZ

COLEMÊRG (DÎHA) - TZP Kurdî, di navbera 10 û 11'ê Gulanê de dê li navçeya Geverê bi navê "Di sê kuçên birîndar de yekitiya neteweyî" konferansê pêk bînin. Nûnerê TZP-Kurdî yê Geverê Denîz Bulbun, diyar kir ku Rêberê wan xwestiye ku gelê kurd di nava tifaqê de be lêgerîna heqîqetê berdewam bike. Bulbun, anî ziman ku li ser vê felsefeyê dê li Geverê ji bo îtîfaqa 3 perçeyan dê konferansê pêk bînin.

TZP Kurdî ji bo îtîfaq û yekîtiya di nava perçeyên kurdan de pêş bixe dê di 10 û 11'ê Gulanê de li Salona Dahwetê ya Roha ya Geverê bi navê "Di sê kuçên birîndar de yekitiya neteweyî" konferansê pêk bîne. Yekem car dê di asta neteweyî de ev konferans pêk bê. Akademîsyen, rewşenbir, nivîskar û siyasetmedarên ku ji Rojava, Herêma Federal a Kurdistan, Îran, Tirkiye, Ermenîstan û diaspora kurdan, Horasan û ewropayê dê beşdar bibin. Dê 16 panelist û 200 mêvan beşdarî konferansê bibin. Têkildarî konferanê Nûnerê TZP Kurdî ya Geverê Deniz Bulbun, diyar kir ku armanca wan a di vê konferansê de yekîtiya kurdan pêş bixin. Bulbun, da zanîn ku ji ber konferansa tu tê armanckirin li Kurdiustana Federal bê lidarxistin, lê heta niha ji ber astengiyan nehatiye lidarxistin dixwazin vê konferansê li navbera 3 beşan pêk bînin. Bulbun, anî ziman ku ew dixwazin balê bikşînin ser konfreya neteweyî ya kurdan û li ser felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo tifaqî û lêgerîna heqîqetê vê konferansê pêş bixin û wiha got: "Rêberê me herdem dixwaze ku Kongreya Netewya Kurd bê avakirin. Hemû kurd jî vê yeke dixwazin. Lê ber astengiyên PDK'ê Kongeya Neteweya Kurt pêk nayê. Em dê li Geverê konferansa bi navê 'Di sê kuçên birîndar de yekitiya neteweyî' û 'Sê kuçê kên Zagrosan (Colemerg, Urmiye, Behdinan Hewara Dimdim, Cilo û Metinan) pêk bînin.

PDK polîtîkayên Kasr-i Şirin û Lozanê li ser Rojava dimeşîne

Bulbun, helwesta PDK'ê ya li ser Rojava jî rexne kir û da zanîn ku PDK li ser gelê Rojava polîtîkayên Kasr-i Şirin û Lozanê pêş dixe. Bulbun, da zanîn ku xendekên li Rojava tên kolandin jî bi heman armanc û ferasetê tên kolandin û ev nayên qebûlkirin. Li Rojava 3 salin berxwedanek mezin tê meşandin. Ev berxwedana dîrokî re li pêş xweseriya demokratîk vekir. Bi vêyekê kantonên xweser li cîhanê re îlan kir. Bakur û Rojhelat jî bi heman bîr û baweriyê tev digere û divê ji bo vê pergalê tawîzan nede.

Bulbun, da zanîn ku ew vê konferansê wekî gavek dîrokî dibînin û dê dîroknas, nivîskar, rewşenbir, zanyar, siyasetmedar û hunermend ku jibo xweseriya demokratîk û çareseriyê xwe berpirsiyar dibînin mêvanên wan ên xwezayî ne. Bulbun, anî ziman ku wan bi hemû mêvanan re hevdîtin kiriye û di doja ewil de dê bi civîna çapemeniyê dest pê bikin.b

(mae)