1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. TZP-KURDÎ li Geverê dest bi şahiyên 'Zimanê Zikmakî' dike
TZP-KURDÎ li Geverê dest bi şahiyên 'Zimanê Zikmakî' dike,tzp,kurdî,li,geverê,dest,bi,şahiyên,zimanê,zikmakî,dike

TZP-KURDÎ li Geverê dest bi şahiyên 'Zimanê Zikmakî' dike

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) - TZP-KURDÎ ji bo daxwaza 'Perwerdehiya Zimanê Zikmakî' bîne ziman dê li Geverê ya Colemêrgê 4 rojan şahiyan pêk bîne.

TZP-KURDÎ, dê li Navçeya Geverê ya Colemêrgê bi daxwaza "Perwerdehiya Zimanê Zikmakî" 4 rojan şahiyên ji bo ziman pêk bîne. Di çarçoveya xebatên şahniyê de pankarta "Yen ku qeyd û kelepçe li zimanê wan hatibe xistin, li dil, mejî û nerîna wan ji qeyd û kelepçe hatiye xistin" li nava navçeyê hatin daliqandin. Xebatkarên TZP-KURDÎ, hem li taxan û hem jî li gundan bi rojan in xebata şahiyê dimeşînin û îmzeyên ku ji bo ziman hatine komkiri dê sibê saet di 14.00'an de radestî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Geverê bên kirin.

Di çarçoveya bernameyê de di 17'ê Îlonê saet di 14.00'an de li Parka Çandê ya Avaşinê li ser ziman dê panel bê lidarxistin. Di 18'ê ÎLonê saet di 14.00'an de li Baxçeyê Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê dê dersa zimanê zikmakî bê dayîn. Di 20'ê Îlonê saet di 14.00'an de jî dê bi heman daxwazê li Navenda Navçeyê meşa girseyî bê lidarxistin.

(mae)