Tê xwestin ku muzakereyên YE’yê yên bi Tirkiyeyê re bêne rawestandin
STOCKHOLM - ANF Swêd ji bo parastina endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê serkêşiyê dike. Ji bilî Partiya ‘Demokratên Swêdê’ ya nîjadperest û biyanî, hemû partiyên din bi taybet jî hevkarê hikûmeta berê Partiya Muhafazakar, Partiya Gel, Partiya Navendî, Xiristiyanên Navendî ji bo Tirkiyeyê bigirin endamtiya YE’yê hewldanek taybet nîşan didin.
Lê ji ber geşedanên dawî yên Tirkiyeyê ji van partiyan hinek nêzîkatiya wan a li dijî Tirkiyeyê guherî.
Hefteya buhrî parlamenterê Ewropayê yê Demokratên Xiristiyan Lars Adaktusson, piştre jî serokê Komîsyona Daxwaznameyê ya Parlamentoya Ewropayê ya Partiya Gel Cecîllîa Vîsktrom, diyar kirin ku Tirkiye her diçe dij-demokratîk dibe, li dijî kesên xwedî fikrên cuda girtin û binçavkirin pêk tê û daxwaz kirin ku muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê bên sekinandin.
Cara yekemîn parlamenterên Yekîtiya Ewropayê ya Swêdê Pêşniyarek wisa kirin û ev jî nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê piştgirîvanên xwe winda dike.
Parlamenterê Ewropayê yê Demokratên Xiristiyan Lars Adaktusson, di gotara xwe ya rojnameya Dagens Nyheter de diyar ku heta niha ji bo ku Tirkiye di warê demokratîkbûn, azadiya fikr û raman, ewlehiya hiqûqî de xwe pêş bixe piştgirî daye endamtiya wê ya YE û xwestine muzakere bidome.
Adaktusson got: “Lê mixabin berevajî vê tevgeriyaye û kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, bi ajandaya Îslamî kesên ji baweriyên din biçûk dixe û tê gotin ku Erdogan bi sedhezaran Ermenî dersînor kiriye û di pirtûkên dîrokê de tên gotin ku Xiristiyan wek xayînên welat îlan kirine. Zextên li ser azadiya ol, fikr û ramanê jî zêde bûne, rojnameger tên krîmînalîzekirin û girtin, Youtube û Twîtter tên girtin. Erdogan û AKP piştî skandala nelêrêtiyê qanûn manîpule kirin û daraz xistine bin kontrola xwe, qanûnên dij-terorê li gorî berjewediyên xwe bikar anîne."
Serokê Komîteya Daxwaznameyê ya Parlamentoya Ewropayê Cecîlîa Wîkstrom diyar kir ku Tirkiye ji bo ku bibe endamên YE’yê wek berê hewl nade û daxwaz kir ku muzakereyên endamtiya YE’ya Tirkiyeyê bê sekinandin.
Parlamentera Ewropayê Marîa Corazza Bîldt jî diyar kir ku dê hêzên alîgirên reformê yê welat qels bike û got ku divê muzakereyên endamtiya YE’yê yên bi Tirkiyeyê re bên sekinandin.