1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Têbiniyên berxwedana Kobanê
Têbiniyên berxwedana Kobanê,têbiniyên,berxwedana,kobanê

Têbiniyên berxwedana Kobanê

A+ A-

ÎSMAÎL ESKÎN

KOBANÊ (DÎHA) - DAIŞ, bi piştgiriya hêzên kapîtalîst, li Rojhilata Navîn êrîşan pêk tîne, gelê Kobanê û hêzên ewlehiyê peyamê didin cîhanê û dibêjin; 'Dê serkeftin ya gelê berxwedêr be'. Şoreşa gel ya Rojava li Kantona Kobanê destpê kir û hemû civaka Kobanê bi ruhê seferberiyê û rêxistinbûyînê li ber xwe didin. Gel li hember êrîşên DAIŞ, ambargo û polîtîkayên koçberkirinê li ber xwe didin, bi seferberiya gelê rêxistinbûyî bersivê didin hêzên ku dixwazin axa wan dagir bikin.

Gelê kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn, şoreşa gel a Rojava wekî model pêşkeş dikin, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê dikin, xeta berxwedana ya YPG û YPJ'ê rê nadin çeteyan. DAIŞ'ê di 2'ê tîrmehê de bi çekên giran, li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê dest êrîşê kirin, li hember vê yekê hikûmetê seferberî îlan kir û gelê Kobanê berxwedana giştî dan destpêkirin. Li aliyê Tirkiyeyê ambargo heye, saleke kanton hatiye dorpêçkirin, li hember vê yekê gel axa xwe terk nake, ji bo jiyaneke azad têdikoşin. Li Kobanê azadî ji nan û avê bi nirxtir e, ev saleke li kantonê av û ceyran nîne, gel bi hêza xwe ya cewherî jiyaneke alternatîf diafirînin û dibêjin li derveyî nîmetên cîhanê jiyanek mimkun e.

Berxwedana aktîf ya YPG û YPJ'ê

Piştî berxwedana Kobanê rastiya gel ya ruhê şoreşê derket holê, ev yek di serî de ji bo gelê kurd û gelên ku ji azadî û edaletê bêpar hatine hiştin bûye çavkaniya hêviyan. Gelê kurd bêhna azadiyê girtiye, di pêvajoya avakirina şoreşê de, ji bo gelê kurd lingê herî bingehîn pratîka parastina cewherî ye. Hêzên YPG û YPJ'ê li hember gefên ku li jiyana azad û wekheviyê tên xwarin, civakê diparêzin û ev yek faktora herî bingehîn ya parastina civakê ye. Peywir û xebatên yekîneyên hêzên YPG û YPJ'ê li gorî qanûnên ku hikûmeta Kantonê erê kiriye, teşe girtiye. Hêzên ewlehiyê li hember têgihiştina giştî ya zext meşandinê, li vir peywira ewlehiyê û mîsogeriya jiyana ku tê risîn tînin cih.

Di berxwedanê de girîngiya rola jinê

Gelê kurd di bin banê kantonê de artêşbûyîna jinê pêk anî. Feraseta serdestiya zilam ya 5 hezar salan hildiweşe, têgihiştina feodalîtiyê ya 'cihê jinê mitbax e' serobino dibe. Hêzên asayîşê jî li Kantona ewlehiya navxweyî pêk tînin û saziya ku herî zêde gel baweriya xwe pêk tîne ev sazî ye. Bi taybet jî peywira asayîşa jinan ew e ku tundî, tacîz û tecawiza li hember jinan pêk tê asteng bikin, mafê parastinê didin jinan. Li herêmê berê mafê gotinê jî nedihat dayîn, jin di bin banê Yekitiya Star de xwe birêxistin dikin û herî zêde jin di rêxistinbûyîna şoreşê de cih digirin. Bi riya YPJ'ê pêşî li artêşbûyîna jinê hat vekirin, hînbûnên bi hezaran salan ji rêxistinbûyîna jinê bi temamî hildiweşe.

Jinan bi şoreşê vîn bi destxistin

Jinan li Kobanê, vîn bi destxistin, guhertineke li ber çavan derket holê, di pratîkê de derbeyek li serdestiya zilam hat xistin. Piştî ku êrîşên destpê kir, di parastina kantonê de bi taybet jî rola jinê balê dikişîne û bi vî avahî jinan bersiv dan gotinên DAIŞ'ê yên li hember jinan. DAIŞ'ê îdia dikir ku dê jinan ji xwe re bikin kole û cariye. Piştî ku jinan li hember DAIŞ'ê çek ragirtin û bi awayekî serkeftî parastin pêk anîn gelek denge guherîn. Jinan li aliyekî di parastina de cih girtin, li aliyê din di nav civakê de bi awayekî aktîf rol girtin. Bi avakirina koperatîfan ve di warê aborî de sektorên tekstîl û reşberiyê piştgiriyeke xurt dan debara kantonê.

Şagirtên Ocalan Kobanê diparêzin

Gelê Kobanê li hember êrîşên demdirêj, xwe li gorî şert û mercên awarte birêxistin kirin û hêza xwe ya rêxistinbûyînê derxistin holê. Li Kobanê ji her malekê kesek tevli refên YPG û YPJ'ê bûne, li eniyan şer dikin û endamên malbatê yên din jî di nav rêxistinbûyîna kantonê de cih digirin. Taybetiyeke Kantona Kobanê jî ew e ku, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dema derbasî Şamê bibe li vir dimîne, li vir xebatan dimeşîne û gelek jin û mêr behsa nasîna Ocalan û tevlibûna civînan dikin. Ocalan bandoreke mezin li ser gelê Kobanê kiriye, hezkirina gel ya ji bo Ocalan bêtir di jiyana pratîkê de xuya dike. Gel xwe wekî 'Şagirtên Ocalan' pênase dikin, girêdayînbûna xwe ya ji bo Ocalan û PKK'ê tînin ziman û ev yek jî bingeha berxwedanê vedibêje.

Em hîn dibin ku di têkoşîna PKK'ê ya bakurê Kurdistanê de, gerîlayê ku yekem jiyana xwe ji dest dide ji Kobanê ye û ev yek jî bandoreke mezin li ser gelê Kobanê dike. Wêneyên endamên YPG, YPJ û PKK'iyan yên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane ji Saziya Malbatên Şehîdan hatine daliqandin.

Ciwan pêşengên guhertin û veguhertinê ne

Li Kobanê rêxistinbûyîna ciwanan balê dikişîne. Ciwan di warê siyasî, leşkerî, çandî û civakî de bi ruhê şoreşgerî xwe pêşxistine. Li kantonê ciwan di qada siyasî de peywirên girîng girtine ser xwe, li hin deran merciyên şêwirmendiyê ne û li hîn deran merciyên bîranînê ne. Hinek wezîrtiyên hikûmetê di destê ciwanan de ne, girîngiyeke mezin didin guhertin û veguhertinê. Ciwan xwe di bin banê konfederasyonên ciwanan, meclis û komûnan de birêxistin dikin û peywireke ciwanan jî ew e ku di mijara xweseriya demokratîk de perwerdehiyan didin. Dewreyên perwerdehiyê vedikin, derfetên nîqaş û perwerdehiyê didin ciwanên din. Di rewşên awarte de ligel YPG û YPJ'ê di mevziyan de cih digirin.

Komun, meclîs û malên gel

Li Rojhilata Navîn pergala Kantonê yekem car li vir ket meriyetê, gelek partiyên siyasî hatin gelhev, hikûmet ava kirin, şaxên rêveberiyên îdarî û peywir diyar kirin. Ji bo xitabî hemû civakê bikin, wezaretî hatin avakirin, der barê xebatên hikûmetê û nirxandin, nêrîna gel ya ji bo kantonê, heftane civînên gel tê lidarxistin. Li kantonê meclisên gel û malên gel xwedî îrade ne û xwecihî çareserkirina pirsgirêkan esas digirin.

Li ser esasê hêza cewherî li ser piya dimînin

Li Kobanê hemû civak, li aliyekî li ber xwe didin, li aliyê din jî jiyana azadi dirêsin. Ji bo şoreşa gel a Rojava kantona herî girîng e, ji ber vê yekê her tim dibe hedefa hêzên ku girêdayî hêzên navneteweyî ne. Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, li mevziyan gavek jî paşve nayê avêtin û berxwedan didome. Berxwedana Kobanê li Rojhilata Navîn ruhê berxwedana gel derxistiye holê, hêza xwe naspêkin tu dewlet û hêz li ser esasê hêza cewherî li ser piya dimînin.

Li Rojhilata Navîn ruhekî nû yê berxwedanê

Ji 2'ê tîrmehê heta niha çeteyên DAIŞ'ê bênavber êrîşî Kobanê dikin, di encama xeta berxwedanê ya YPG û YPJ'ê, nahêlin DAIŞ derbas bibe. Bi berxwedan û ruhê seferberiyê li eniyan û mevziyan nobet tê girtin, tevli pevçûnan dibin, li hember êrîşên top û havanê gavek jî paşve nehat avêtin. Gelê Kobanê û şervan li hember êrîşên DAIŞ'ê têkoşîna xwe didomînin, li Rojhilata Navîn ruhekî nû yê berxwedanê derketiye holê. Ji ber ku ciwanên bakur û perçeyên din di nav refên YPG û YPJ'ê de cih digirin, ev yek moroleke mezin dide gel. Dixwazin li Rojava bi destê DAIŞ'ê şerê kurd û ereb bidin destpêkirin, lê gel destur nade vê yekê, gelê kantonê ji erebên ku ji ber zilma çeteyan direvin û tên kantonê re deriyên xwe vedikin.

Peyam aşkera ye: Kobanê, Musul nîne!

Berxwedana Kobanê wekî şerê rûmet û namusê tê dîtin, berdêlên ku tên dayîn tu kêliyê nayê ji bîr kirin, ji 7 salî heta 70 salî mînaka berxwedana tê nîşandan. Gelê kurd ê şoreşger, peyamekê didin çeteyên DAIŞ ku bi piştgiriya hêzên navneteweyî êrîş dikin; 'Kobanê Musul nîne'. Kobanê li hember tî û birçîbûnê, ji bo azadiya xwe hemû sînor, ambargo û êrîş bêwate hiştine û peyameke watedar didin hemû cîhanê. Şoreşa gel a Rojava li Kobanê destpê kir, ev kanton rola xwe ya dîrokî tîne cih û dibêje 'Berxwedana Kobanê, berxwedana Kurdistanê ye'.

(ça)


Bêjeyên Miftehî