Têgehên kurdî yên veşarî derdikevin holê
Têgehên tipê yên di nav kurdî de veşartî mayîn derdikevin holê
Di "Komxebata Tenduristiyê ya Zimanê Zikmakî" ya ji aliyê Komîsyona Ziman a Meclîsa Tendurîstiyê ya KCD'ê ve li Êlihê pêk hat de li ser ferhenga têgehên tenduristî yên kurdî nîqaş hatin meşandin. Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn, diyar kir ku bi xebatê hînbûn ku di zimanê kurdî te têgehên tenduristiyê ne û ferheng ji bo civak, tenduristî û ziman gelek girîng e. Endamê Meclîsa Tenduristiyê yê KCD'ê Necdet Sezgîn jî diyar kir ku bi vê xebatê dê valahiya li qada tenduristiyê tabigirin û di gelek qadên weke anestezî, dermankirina fîzîkî û zayîna jinê û piştî zayîn gelek peyv komkirin.
Di "Komxebata Tenduristiyê ya Zimanê Zikmakî" ya ji aliyê Komîsyona Ziman a Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê ve li Êlihê pêk hat de li ser ferhenga têgehên tenduristî yên kurdî nîqaş hatin meşandin. Nîqaş li ser peyvên saleke tên komkirin hatin meşandin. Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn ê ku di nav xebatên ferhegê de cih digire û Endamê Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê Necdet Sezgîn têkildarî xebatên ferhengê de agahî dan. Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn, diyar kir ku çand, dîrok û hûnera netewan di zimanê netewan de veşartiye û wiha got: "Me di vê komxebatê de jî dît ku tenduristî di zimanê wan de veşartî ye. Heke civakek bi zimanê xwe neaxive û xizmeta xwe ya tendursitiyê bi zimanê xwe neke ji xwe ew civak nexweşa psîkolojîk e. Heke civak nexweşê psîkolojîk be di wê civakê de tenduristiya tu mirovan baş nabe. Gelê kurd bi salane bi zimanê xwe yê zikmakî di qada tenduristiyê de bikarneyine û ji ber vê yekê jî di qada tenduristiyê de baş nehatiye dermankirin."
'Bi zimanê zikmakî dê dermankirina rast bê kirin'
Şahîn, anî ziman ku 90 sale ji bo kurdan tirkî weke ferz hatiye qebulkirin û wiha axivî: "Heke her tim li ser kurdan zimanê tirkî ferz hatibe dîtin û qasî axaftina tirkî qîmet hatibe dîtin di qada tenduristiyê de jî ev yek li ser kurdan hate ferzkirin. Heke kesek bi tirkî biaxive wê demê dikarî biçe doktor û dermankirina xwe bike. Ev yekê talûkeyeke mezin e. Gelê kurd zêdehî 30 salin têkoşîna azadiyê û demokrasiyê didin û di her qadê xwe hebûna xwe diparêzin. Qada tenduristiyê jî ji van qadan yek e. Ev xebat weke perçeyekî xebatên din tê kirin. Dema mirov bi zimanê xwe derdê xwe ji doktor re bêje dê doktor jî dermankirinekî hêj baştir pêk bîne." Şahîn, da zanîn ku aliyê komxebatê yê girîng jî xebata ferhengê nîşan da.
Zêdehî 10 hezar peyv hatin komkirin
Şahîn, bilêv kir ku 90 salin di qada tenduristiyê de kurdî nehatiye bikaranîn û gelek peyvên biyanî hatin bikaranîn û wiha pê de çû: "Em bi vê komxebatê gavên amadekariya ferhengê diavêjin. Ev ferheng gelek girîng e. Li ser zimanê kurd gelek xebatên girîng hatin kirin û 2 xebatên girîng hatin kirin. Yek ferhenga têgehên teknîkî û yek jî komxebata perwerdehiyê bûn. Di çarçoveya xebatên ferhengê de zêdehî 10 hezar peyv hatin komkirin. KCD û TZPKurdî vê xebatê bi hev re dimeşinîn. Gelek têgehên di qada tenduristyê de tên bikaranîn kurdî ne, me ev yek dît. Mînak; Jînekolojî kurdî ye. Dermatolojî jî derman tê. Me di vê komxebatê de dît ku kurdî ji qada tendurîstiyê dûr nîn e. Ferheng dê li 4 perçeyên kurd bikar bînin. Dê standartbûnek çêbibe."
'Hewildana me ji bo valahiya vê qadê dabigirin e'
Endamê Meclîsa Tendurîstiyê ya KCD'ê Necdat Sezgîn jî diyar kir ku ji ber di qada tendurîstiyê de di aliyê bikaranîan zimanê zikmakî de kêmasiyeke gelek mezin hebû û ji ber vê yekê wan dest bi hewildanê kir û komxebat li dar xistin. Sezgîn, anî ziman ku divê zimanê zikmakî di her qadê de bê bikaranîn.
(bd/mae)