Têkoşîna demokrasiyê wê mezintir bibe
Koçgirî: Di hilbijartinên 30'ê Adarê de li gel hemû astengî û êrîşan jî bingeheke demokrasiyê hatiye danîn
AVAŞÎN ADAR - BEHDÎNAN 03.04.2014 06:00:01 Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Harûn Koçgirî diyar kir ku HDP di têkoşîna li dijî neteweperestî û şovenîzmê de partiyek bi tenê ji bo hilbijartinan nîne û destnîşan kir ku partiyek xwedî armancên mezin e. Koçgirî anî ziman ku di hilbijartinên 30'ê Adarê de li gel hemû astengî û êrîşan jî bingeheke demokrasiyê hatiye danîn.
Koçgirî, piştî hilbijartinên herêmê HDP (Partiya Demokratîk a Gelan) û nîqaşên li ser HDP'ê nirxand.
Koçgirî diyar kir ku ne rast e ku HDP bi tenê li gorî encamên hilbijartinê bê nirxandin û destnîşan kir ku armanca vê partiyê li Tirkiyeyê avakirina eniyeke deokrasiyê, pêkanîna yekitiya hêzên demokrasiyê, dagirtina valakiya di têkoşîna demokrasiyê û demokratîkirina Tirkiyeyê ye.
HDP DI NAVBERA GELAN DE PIREKE
Koçgirî da zanîn ku dema avabûna HDP'ê weke partiyekê were nirxandin, dikare bê gotin ku bi armanca bidawîanîna neteweperestiyê, ji holê rakirina neteweperestî û şovenîzmê û bûyîna pireke biratiyê di navbera gelan de, tevgeriyaye.
Koçgirî bal kişand ser dijberiya HDP'ê û anî ziman ku ev dijberî hîn beriya hilbijartinan xwe da der. Koçgirî got, "Yek rabû derket got, 'Projeya HDP'ê projeyeke mirî ye'. Çima projeya HDP'ê mirî be, projeyeke herî zêde jiyanê dide, herî zêde rê li ber pêşketinê vedike ye. Eger ev proje -ji xwe pratîkbûyîna wê destpê kir- bi ser bikeve, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya tevgera me ya azadiyê wê ji holê rabe, yekitî û azadiya gelan pêk were.
XWEDÎN MADIMAK A DUYEMÎN DERXÎNIN HOLÊ
Koçgirî ragihand ku yên li dijî HDP'ê derdikevin, di rastiya xwe de li hemberî li hev kom bûna Kurd û Tirkan derdikevin û bal kişand ser êrîşên li hemberî HDP'ê. Koçgirî axaftina xwe wiha dewam kir: "Li aliyê Tirkiyeyê gelek êrîşên cuda rû dan. Derfet nedan HDP'ê ji bo bixebite. HDP'ê li gelek deveran nekarî buroyên hilbijartinê veke. Buroyên xwe rastî êrîşê hatin. Mînak hat xwestin avahiya HDP'ê ya Fethiye bikin komkujiya duyemîn a Madimakê. Piştî vê yekê êrîşî kargehên Kurdan kirin û xwestin Kurdan ji Fethiye derxînin. Li Ûrla, Aksarayê rewşên bi heman rengî hatin jiyîn. HDP'ê li Derya Reş jî rastî êrîşê hatin. Bi van êrîşan re hat xwestin ku pêşî li xebatên propaganda yên HDP'ê bê girtin. Ji ber ku HDP yekane hêza kare pêşî li pêlên şoven û neteweperest ên li Tirkiyeyê raweste. Hêzên şerê taybet ji vê rewşê tirsiyan û êrîşî HDP'ê kirin."
Koçgirî nîqaşên heman piştî hilbijartinê yên li hemberî HDP'ê nirxand û got, "Hin derdoran gotin, 'HDP'ê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê deng nestend; wê demê ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve nehatiye qebûlkirin'. Derdorên nîjadperest û neteweperest ên li Tirkiyeyê niha propaganda vê dikin. Gotinên bi vî rengî yên provokatîf ne rast in. Mîsyona HDP'ê ya civakî û siyasî, rola wê ya di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya hevpar a gelên Tirkiye û Kurdistanê de, bi hejmaran nabe bê nirxandin. Eger li gorî encamên di hilbijartinan de hatin bidestxistin nirxandinek were kirin, hingî wê wateya rast a HDP'ê, rola wê ya lîstiye, neyê fêmkirin."
HDP HATIYE ASTENGKIRIN
Koçgirî bal kişand ser dek û dolabên di dema hilbijartinan de hatine kirin û bibîr xist ku li gelek deveran li dijî enacmên hilbijartinê hatiye derketin. Koçgirî anî ziman ku di rewşeke wiah de zehmet e nirxandineke rast li ser hilbijartinê were kirin û got, "Dengên HDP'ê hatine astengkirin. HDP'ê tevî hemû nêzîkatiyên neyînî yên li dijî xwe, tevî hemû astengiyan jî xebat meşandiye. Buroyên hilbijartinê yên kîjan partiyê rastî ewçend êrîşan hatine? Ya HDP'ê hatiye astengkirin. Pêşî li girseyên HDP'yî hatiye girtin ku ji bo HDP'ê dengê xwe bikar bînin; zext li wan hatiye kirin. Li gel vê jî HDP beşdarî hilbijartinan bûye, li Stenbolê bûye partiya sêyemîn, li gelemperiya Tirkiyeyê bi rêjeyeke ji sedî 2'an deng stendiye."
TERCÎHA JI DU PARTIYAN HAT FERZKIRIN
Koçgirî da zanîn ku di hilbijartinên 30'ê Adarê de hêzên sermayeya global û yên li Tirkiyeyê têkoşîna hegemonyayê dimeşînin xwestine li hemberî AKP'ê CHP'ê xurt bikin û got, "Yanî hatiye ferzkirin ku di navbera du partiyan de tercîh bê kirin. Li gorî dengên bi dest xistiye zehmet ku mirov bêje AKP vaye. Rewşa CHPê xerabtir e. Ewqas nepixandin, derfet û hêz jê re hat dayîn. Dengên wê, şaredariyên bi dest xistiye, li holê ye. Li pêşberî rastiya siyasî ya Tirkiyeyê jî serketî nîne. Neserketinekê, têkçûnekê vedibêje. Desthilatdarî bêçare, CHP ya weke mûxalefeta bingehîn derxistin holê, têk çûye. Di rewşeke wiha de gelo hêza rastî ya mûxalefetê dernakeve holê? Ev hêza rastî ya mûxalefetê, hêza demokrasiyê HDP ye."
Koçgirî destnîşan kir ku HDP li gelemperiya Tirkiyeyê rastî pêwendiyeke mezin a gel hatiye û diyar kir ku têkoşîna demokrasiyê wê ji niha û pê ve mezintir bibe.