1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Têkoşîna Denîzan em dê bi biryar bidomînin'
'Têkoşîna Denîzan em dê bi biryar bidomînin',têkoşîna,denîzan,em,dê,bi,biryar,bidomînin

'Têkoşîna Denîzan em dê bi biryar bidomînin'

Navenda Giştî ya BDP'ê diyar kir ku dê berxwedana Denîzan bi biryar bidomînin

A+ A-

Navenda Giştî ya BDP'ê diyar kir ku zihniyeta Denîz darve kirin hê berdewam dike û anî ziman ku ala têkoşîna Denîzan girtine û berxwedana wan dê bi biryar bidomînin.

Navenda Giştî ya BDP'ê bi munasebeta 6'ê Gulanê 1972'yan darvekirina Denîz Gezmî, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin; "40 sal beriya niha meclîsê biryara darvekirian Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan da û ew darvekirin. Di kesayeta wan de ya ku derxistin sêdarê pêşeroja vî welatî ya ronahî ye. Ji ber ku ew pêşengên têkoşîan demokratîk a Tirkiyê bûn, kedkarên vî welatî, dengê azadî, edalet û wekheviyê bûn. Ew rêber û şoreşgerên ji dil bi şîara biratiya gelan bibawer bûn. Li vi welatî bingehê pira biratî û aştiyê wan avêtin."

'Zihniyeta li Tirkiyeyê neguherî'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ciwanên Dev-Gençê ya Ulaş Bardakçi, Mahîr Çayan, Omer Ayna, Sebahattîn Kurt, Denîz Gezmîş û Huseyîn Cevahîr jî di nav de di sala 1968'an de heta Colemêrgê çûye û wiha hat gotin; "Li ser ava Zapê pire çêkirin. Ne li ser Bogaza Stenbolê, li ser ava Zapê pire çêkirin. Ev pire di heman demê de pira biratiya gelan bû jî. Lê mixabin ev pire bi bombeyên zihniyeta ku Mahîr bi awayeke hovane li Kizildereyê qetil kirin, Denîz birin sêdarê, di salên 1990'an de hat rûxandin. Armanca yên ev pire rûxandin ew bû ku biratiya gelan ji holê rakin û dijminiyê pêş bixînin. Lê biser neketin. Gelên Tirkiyeyê destûr nedan biratiya gelan birûxe." Di daxuyaniyê de gotina Denîz Gezmîş a li ber sêdarê ya wekî; ' Bijî biratiya Gelên Kurd û Tirk" hat bibîr xistin û hat ziman ku 40 sal piştre jî heman zihniyet bi operasyonên qirkirina siyasî, girtina siyasetmedarên kurd, bi astengî, pêkûtî, zilm û zordariyê didome û di dewrê de ye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em careke din di kesayeta Denîzan de em tevahî şehîdên di têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê de jiyana xwe jidest dane bibîr tînin. Wekî doh em ê îro û sibê jî têkoşîna wan wa demokrasiyê pêş de bibin û li ber bîranîna wan birêzdar bejna xwe ditewînin."

(ak)