Têkoşîna jinekê ya çandîniya organîk
Muzeyyen Aslan li navçeya Hezo ya Amedê ev 3 sal in têkoşîna çandîniya organîk dide
Jina bi navê Muzeyyen Aslan a ku li Stenbolê dijî piştî bavê wê rezê jê re hiştin hate li navçeya Hezo ya Amedê 3 salin têkoşîna çandîniya organîk dike. Aslan, diyar kir ku dema mirov gav bavêje tu kes nikare derbikev riya mirov.
Jina bi navê Muzeyyen Aslan a ku li Stenbolê dijî pişt bavê wê ji wê re rez hiştin diçe navçeya Hezo ya Amedê berê xwe dide rezan. Aslan, 10 salin tirî digihişine 3 saline çandîniya organîk dike. Muzeyyen Aslan li aliyekî rezên ji bavê wê mayîn digihijîne û li aliyê din ji hilberînên xwezayî digihijîne û tevkariyê ji tenduristiya mirovahiyê re dike. Aslan, anî ziman ku çandîniya organîk gelek zor e û mezopotamya navenda herî kevnar a çandîniyê ye. Aslan, diyar kir ku sedema wê ya çandîniya organîk ya herî sereke ye.
'Ji zeviyan jehr tê sifreya me'
Aslan, da zanîn ku ji sedemeke din a çandîniya organîk girîngiya tendurîstiya mirovan e û wiha got: "Ji zeviyan jehr tê sifra me û ji ber vê yekê gelek nexweşî pêk tê. Divê di tu hilberînan de made neyên bikaranîn. Ez hem çandîniya organîk hem ji bo derdorê û hem jî ji bo tendursîtiyê dikim." Aslan, bilêv kir ku bi giştî li ser 17 donum erazî tirî digihijîne û li ser 5 donumê din jî tiriyê bi aşî yê Emrîkan ê Anaji û Alfonso, Atasarisi û tiriyên Îtalyayê digihijîne. Aslan, bilêv kir ku li gorî demê hejmara karkeran diguhire û wiha axivî: "Di dema fêrbûnê de 14, rez çêkirin 3 û 4, dema avadanê jî 2 karkeran dixebitînîm. Li gel vê yekê di dema vegerandina tirî de jî ez karkeran didim xebitandin."
'Min dest bi vî karî kir ez dê heta dawiyê bibim'
Aslan, da zanîn ku ji bo çandîniya organîk li herêmê zêde bibe divê piştgirî bê dayîn û wiha axivî: "Biha û aste hilberîniyê zor û giran e lê ji ber ku organîk e hem bihayê wê zêdeye û hem jî ji derve tê firotin. Heke piştgirî bê dayîn dê çandîniya organîk li herêmê zêde bibe. Min dest bî vî karî kir û ez dê heta dawiyê bibim. Li vir tenê pirsgirêka me ya bazarê heye." Aslan, destnîşan kir ku dema nû dest bi çandîniyê kir ji ber jin bû gelek pirsgirêk jîn û wiha pê de çû: "Ji ber ku jinan bê hêz dibînin. Berê karkeran ji ber ez jin bûm ez cîdî nedigirtim. Ligel min pereyê wan dida dîsa jî rêk û pêk nedixebitîn. Xebata jinekê matmayî didîtin. Lê piştî dîtin ku kar bi awayeke dîsîplîn pêk tê ez piroz kirim. Heke mirov bixwaze û gavên wêrek bavêje tu kes nikare derbikeve pêşiya te."
(bd)