Têkoşîna xwendekarên kurd
'Em bi dar û kartonên li ser çopan xwe germ dikin û hewil didin bixwînin'
Têkoşîna xwendekarên kurd ên ji bajarên herêmê hatin Enqere zanîngehan dixwînin a li dijî şertên zor, bi dawî nebin. Halîl Demîr ê ji Wanê hate û Bunyamîn Şahîn ê ji Semsurê hat ji ber zextan ji mala cematê derketin û ji xwe re mal girtin ji ber bêderfetiyan nikarin xwe gerim bikin. Ji ber xwendekar nikarin komurê ji xwe re bikirin bi şevê derdikevin kolanan li ser çopan karton û daran kom dikin û hewildidin xwe gerim bikin.
Xwendekarên ji bajarên herêmê ji bo xwendinê hatin Enqere pirsgirêkên wan yên dibistanan berdevam dikin. Li gel van pirsgirêkan xwendekar hewildidin bixwînin. Pirsgirêkên Halîl Demîr ê ji Wanê hate Enqere û Bunyamîn Şahîn ê ji Semsûrê hat xwendekarên ji erdnîgariya kurdan hatin şertên zor û zehmet radixe ber çavan. Demîr û Şahîn, diyar kirin ku dema nû hatin Enqere ji ber ku cihan wan ê ku lê bimînin tunebû li malên nêzî Cemata Gulen man lê ji ber kurdî qedexe bû ji malan veqetiyan. Xwendekaran, anî ziman ku ji ber rewşa wan a aborî nebaş e li kolanan daran kom dikin û berxwedan jiyanê didin.
'Li malên cemaatê kurdî axaftin qedexe ye'
Xwendekarê bi navê Halîl Demîr ê Zanîngeha Hacettepeyê diyar kir ku ji bo xwendinê ew ji Wanê hate Enqere û wekî xwendekarên din ên ji herêmê tên li malên nêzî Cemata Gulen bi cih bû û wiha got: "Li Cemata Fethullah Gulen her tim pirtûkên Gulen tên xwendin û şerîtên wî tên guhdarkirin. Hemû hefteyan em ji pirtûk û şerîtan berpirsiyar dibûn û pişt re jî li gorî plansaziyekê xelat dihatindan. Li malên cematê kurdî axaftin qedexeye û her tim li malan li dijî me xebatên tîmarê dihatin meşandin." Demîr, anî ziman ku ji ber polîtîkayên asîmîlayonê yên cematê bi hevalên xwe re ji xwe re mal girtin û vê carê jî rastî pirsgirêkên aboriyê tên. Demîr, da zanîn ku pirsgirkên wan tênê yên aborî nîn in û gelek caran rastî êrîşên "faşîstan" tên. Demîr, bilêv kir ku dema xwe diparêzên jî bi hineta "endamên rêxistinê ne" tên girtin.
Xwendekarê Zanîngeha Enqere Bûnyamîn Şahîn jî diyar kir ku ew jî wekî Demîr demekê li mala cematê ma û pişt re jî wir derket û wiha got: "Li Enqere ji milî cematê ji tu kesên din re derfetên jiyanê tunene. Li cematê hevalên me hene. Bi şertê ji kurdîniya xwe û çanda xwe dest berdin di nav şertên gelek baş de dijîn. Şûna di nav jiyanekî bêşeref, bêheysiyet û bêkesayatî jiyanekê bikim bi şeref ez dê mirinê qebûl bikim. Ji ber vê yekê ez ji wan malan veqetiyam."
'Bi roj diçe dibistanê û bi şev karê înşaetê dike
Şahîn, anî ziman ku ji bo karibe bixwîne bi roj diçe dibistanê û bi şev jî karê înşaetê dike. Şahîn, da zanîn ku gelek xwendakarên kurd ên li DTCF'ê dixwînin, di înşaetan de dixebitin û zahmetiyê dikişînin. Şahîn, bilêv kir ku ji ber pirsgirêkên aborî neçarin ku di înşaetan de bixebitin û wiha got: "Hin hevalên me bi şevan çop û kartonan kom dikin û em bi şevê xwe bi wan germ dikin. Em xwe bi kartonan germ dikin."
Ciwanên kurd li Enqereyê jî qedera Roboskî dijîn
Şahîn, anî ziman ku ciwanên kurd li her derê heman qederê dijîn û wiha axivî: "Gelo em tawanbar in, anfo feraseta dewletê ku me neçarî bi roj biçin dibistanê û bi şev bixebitin dike. Li Roboskiyê ciwan ji bo debara xwe bikin qaçaxvaniye dikin, em ji li vir ji bo bixwînin di înşaetê de dixebitin.
Ji erdhejê reviya hate Enqereyê
Birayê Halîl Demîr Dogan Demir jî li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê dixwend û ji ber erdheja Wanê reviya û hat Enqereyê. Dogan, anî ziman ku di xaniyekî şevnişîn de dimîne û bi şevan ji bo xwe germ bikin bi karton û textên qaseyên ku li ser çopan kom dike xwe germ dikin.
(ft/mae)