1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Têkoşîna Şengal têkoşîna yekîtiyê ye
Têkoşîna Şengal têkoşîna yekîtiyê ye,têkoşîna,şengal,têkoşîna,yekîtiyê,ye

Têkoşîna Şengal têkoşîna yekîtiyê ye

A+ A-

SÎNAN DENÎZ - ÇIYAYÊ ŞENGAL ANHA Yek ji nûnerên Tevgera Azadiya Demokratîk a Êzîdiyan (TEVDA) Mûnzûr Dêrsimî diyar kir ku li Kurdistanê di rastiya neteweya demokratîk de yekîtiya neteweyî ya Kurd ava dibe û got êdî Kurd wê li hember hev şer nekin û kilîda vê têkoşîna li Şengalê ye.

Me bi Dêrsimî re li ser armanca TEVDA’yê û rewşa Êzîdiyên ji Şengalê mane, ji bo vegerê çi tê kirin axivî.

We çima pêwistî bi rêxistibûn TEVDA’yê dît? Kîjan pêwîstiyan TEVDA hewce dît?

Bêguman armanceke avabûna TEVDA’yê heye. Heta sala 2003’an pergaleke ku Saddam ava kiribû hebû. Civak li Iraqê bi pergala dîktator a Baasê dihatin birêvebirin. Di 2003’an de ev belav bû. Bi belavbûna vê re hinek derfet derketin holê. Gelê me yê Êzîdî jî xwest ji vê fêde bigire. Gelê me yê Êzîdî bi hezaran sal bêpergal hatibû hiştin. Ji siyaset û polîtîkayê dûr hatibûn hiştin. Vê jî bi gel re rê li ber pêwîstiya rêxistibûnê vekir. Wan bi xwe dîtin ku ev hewcedariyeke û divê xwe wisa bidin xuyakirin. Gelê me yê Êzîdî di nava xwe de pir belav û parçe ye. Ev parçebûn zêdetir bi eşîrtî û herêmî ye. Xwestine vê rewşê bidin qebûlkirin. Ên ku ev kirine jî bi ser ketine. Ji ber vê li ser lêkolîn hatine kirin. TEVDA bi kurtasî li ser van esas û xebatan hatiye destpêkirin.

Heta niha hûn çiqasî bi ser ketin, ji bo serkeftinê astengiyên li pêşiya we çi ne?

Ji roja ku em hatine avakirin heta niha xebat hatin meşandin, lê di asta ku dihat xwestin de nebû. Di demên dawî de di komkujiya li ser Êzîdiyan re wek hêza ku gel parast derket holê. Kesên ku digotin em xwediyê vî gelî ne, çawa komkujiya li ser Êzîdiyan destpê kir, beriya her kesî reviyan. Û niha her kesî dît ku yekane hêza ku xwedî li vî gelî derket TEVDA bû.

Ev di heman demê de ji bo TEVDA’yê ezmûnek bû. Xwe ispat kir. Ji bo gelekî ku bi salan bû hatibû şikandin, xwe qebûlkirin ne hêsan bû. Hele hele bi siyaset û polîtîkayê xwe qebûlkirin gelekî zor bû. TEVDA’yê ev bi ser xist.

Piştî komkujiyê TEVDA zêdetir ket bin berpirsyariyê. Lê divê em hê bêtir ji bo pirsgirêkan bibin bersiv. Di vê mijarê de em di nava xwe de pir nîqaşan dimeşînin. Em kêmasiyan nîqaş dikin û encaman derdixin holê. Ev encam rê li ber nûbûna me vedikin. TEVDA’yê li Çiyayê Şengalê rolek girîng lîst. Hewcedariya vî gelî bi kon û xurekê hebû. Bi derfetên di destê me de me ew çareser kir. Hemû alîkariya ji bo me hat me li gel belav kir. Me kamp ava kirin. Li kampên hatine avakirin civînên nîqaşê tên kirin. Li vir fikrên gel tê girtin. Hewcedariya wan tê tespîtkirin.

Şengal ji bo baweriya Êzîdiyan navendeke girîng e. Di pêvajoya komkujiyê de hemû cîhanê ev dît. Ji ber vê yekê gelê Êzîdî divê çawa nêzî Şengalê bibe?

Divê TEVDA bi giştî bibe tevgereke ku gelê Êzîdî temsîl dike. Divê hemû qad wisa nêz bibin. Divê ev li hemû derên ku gelê Êzîdî dijîn derbasdar be, yanî navekî ku hemû Êzîdiyan digire nav xwe be. Ev dê parçebûna Êzîdiyan ji holê rake. Wê bikin hêzeke mezin. Wê di aliyê siyasî û îdeolojîk de jî bikin hêz. Ger ev nebe wê di rêxistibûnê de jî parçebûn hebe. Di vê rewşê de di cîhanê de ev nayê qebûlkirin û hewl dide bike desthilatdariyê. Jixwe bi hezarê salane li hember gelê Êzîdî serdestiyeke mezin heye. Tê xwestin ev gel bê tunekirin. Mînak hinek kom û hinek kes ku ji nava Êzîdiyan derketine dixwazin ev rewşa parçebûnê bidome. Ev jî ji Êzîdiyan re xizmetê nake. Di vê pêvajoya komkujiyê de jî van koman nêzîkatiya xwe berdewam kirin. Ji bo vê em ketin nav hewldanan, me xwest em tifaqê, yekîtiyê ava dikin. Lê tu kes nêzî vê nebû. Me got bila Şengal bibe navenda gelê Êzîdî. Me got bila hemû Êzîdî wisa nêzî Şengalê bibe. Me got hem di warê hewcedariyê de û hem jî di warê siyasî û îdeolojîk de. Tiştekî wisa ji bo Êzîdiyan gelek girîng e.

Niha li Çiyayê Şengalê çiqas mirov hene? Çima we ev der terk nekir?

Li ser gelê Êzîdî hesab û planek mezin hebû. Planên tasfiyekirina topyekûn hebû. DAIŞ hêzeke çekdar e. Hêzeke çeteyan ya ku bi çek e. Lê yên ku aqil didin cuda ne. Mekanîzmayên cuda van planan dikin û DAIŞ jî pêk tîne. Komkujiya li hember Êzîdiyan ji zû ve hatibûn plankirin. Plan ev bû ku, êrîşî Şengalê bikin, dora çiyayê Şengalê dagir bikin, qetil bikin û yên mabin jî birevînin, Şengalê vala bikin. Plan ev bû. Piştî vê planê negirt, vê carê berê xwe dan Kobanê. Ji ber ku şikestina Kobanê şikestina hemû Kurdistanê ye. Di serkeftina Kobanê de îradeyeke Kurd ya li Kurdistanê derket holê. Yanî Kurd ne Kurdên berê ne. Kurdên demokratîk hene. Bûne hêzeke mezin li cîhanê.

Şengal di bin komkujiyeke mezin de derbas bû, yên ku diparêzin jî hene HPG û YPG ne....

Komkujiyek mezin li ser Êzîdiyan pêk hat. Îro hemû cîhanê ev dît û qebûl kir. Heta niha hemû cîhanê digot PKK mirovan direvîne, terorîst e. Lê îro nikare bêje. Çima ji ber ku bi hezaran kes ji komkujiyê xilas kir. Nedîtina vê bê wijdaniye. Îro tevgera herî însanî PKK ye.

Herî dawî bangek we heye?

Divê hemû mirovahî û bi taybetî jî gelê Êzîdî xwedî li Şengalê derkeve. Divê ji bo Şengalê korîdorek bê vekirin û kampanya bên meşandin. Divê di her alî de xwedî li Şengalê derkevin. Banga min ji bo ciwanên me ev e ku dest ji axa xwe ya pîroz bernedin. Van axan bernedin û neçin. Em bang li yên ku çûne dikin, bên axa xwa û parastina wê bikin.