TÎHV di 22 saliya xwe de jî têdikoşe
TÎHV di 22 saliya xwe de dê li dijî sûcê mirovahiyê têkoşînê pêş bixe
Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di 16'ê Sibata 1990'an de hate damezirandin û 22 salin parastina mafên mirovan dike. TÎHV'ê heta niha 12 hezar û 500 welatî derman kir û tedawî kir. Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, diyar kir ku wan heta niha li dijî binpêkirina mafan têkoşîn meşand, lê dê di pêşerojê de têkoşîna ji bo parastina mafan hîn zêdetir bike.
Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona sala 1980'an, bi armanca hezaran mirovên rastî îşkenceyê hatin û derûniya wan xera bû derman bike, di 16'ê Sibata 1990'an de hate damezirandin. DÎHV, 22 salin parastina mafên mirovan dike û li dijî binpêkirinê têkoşînê dide. Di salên 1990'î de ji ber pirsgirêka kurd bi hezaran welatiyên kurd rastî îşkence, girtin, binpêkirina mafan û neheqiyê hatin. Piştî Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ava bû, dest bi alîkarî û parastina mafên mirovan kir. Heta niha 12 hezar û 500 mirovên rastî îşkenceyê hatin, derman kirin. Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, diyar kir ku wan heta niha li dijî binpêkirina mafan têkoşîn meşand, lê dê di pêşerojê de têkoşîna ji bo parastina mafan hîn zêdetir bike.
Bakalci, li ser armanca avakirina TÎHV'e rawestiya û anî ziman ku piştî darbeya leşkerî 12'ê Îlonê bi armanca li dijî îşkence û neheqiyê mafên mirovan biparêze hate avakirin. Balalçi, da zanîn ku di salên 1980'an de binpêkirina mafan gelek zêde bû û ser pêdiviyê parastina mafên mirovan TİHV hate avakirin.
Bakkalci, destnîşan kir ku tenê armancek wê heye û wiha axivî: "Armanca me em mafên mirovên rastî îşkence û binpêkirina mafan hatine biparêzin. 22 salin em mafên mirovan diparêzin û em dê vê têkoşina xwe bilindtir bikin.
'Heta dawî têkoşîn'
Balakci, bilêv kir ku li Tirkiyeyê piştî 2005'an hêjmara girtiyan zêdetir bûye û wiha lê zêde kir: "Li Tirkiyeyê hêjmara girtiyan her ku diçe zêdetir dibe. Ji sala 2005'an heta 2012'an di nava 6 salan de girtîgeh tije bûn. Mafên girtiyan li girtîgehan tê binpêkirin. Mirovên li dervê jî rastî binpêkirina mafan tên. Em dê di serdema nû de parastina mafên mirovan û têkoşîna li dijî îşkenceyê zêdetir bikin. Em dê heta dawî li dijî binpêkirina mirovan têbikoşin." DÎHA (mae)