Tîmên taybet BDP'î bi giranî birîndar kir
Girseya ku li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji bo piştgiriyê bidin girtiyên PKK'yî u PAJK'î xwestin meşê pêk bînin rastî mudaxaleya polîsên tîmên taybet hatin. Tîmên taybet di mudaxaleyê de rêveberê BDP'ê yê Şemrexê û endamê Meclisa Gişti ya Mêrdînê Emanet Eneş ji serê wî de bi giranî birîndar kirin.
Girseya ku li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê kom bûn û xwestin bimeşin rastî mudaxaleya polîs û tîmên taybet hatin. Koma ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî û PAJK'î ku 47 rojin ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk didominin, meş pêk anîn rastî mudaxaleya polîsan û tîmên taybet hatin. Koma ku heta avahiya AKP'ê ya Şemrexê meş pêk anî rastî mudaxaleya polîs û tîmên taybet hat. Koma ku rastî mudaxaleyê hat, li Qada Komarê çalakiya rûniştinê pêk anî. Kom piştî demekê dîsa meşiya û rastî êrîşa polîs û tîmên taybet hat. Di êrişa tîmên daybet de, rêveberê BDP'ê yê Şemrexê û endamê Meclisa Gişti ya Mêrdînê Emanet Eneş ji serê xwe de bi giranî birîndar bû. Eneş, bi guleya rastin ji serê xwe de birîndar bû rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexe û ji wir sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê kirin.
(mae)